Bi bangawaziya Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê re ji hêla me ve pêvajoya guhertin û veguhertinê destpê kir, em beşdarî hewildan û têkoşîna Rêber Apo ya li Îmraliyê bûn.

Ji eniya rêxistinê ve bersiv ji bo banga Rêber Apo hat dayîn, piştre jî 5-7’ê Gulanê Kongreya PKK hat çêkirin, pêdiviyên vê bangawaziyê hat pratîk kirin. Herî dawî di 11’ê Tirmehê de bi navê Koma Aşitî û Civaka Demokratîk di pêşengtiya heval Besê de komek heval ji bo îradeya çek danînê nîşan bidin û pêşiya pêvajoyê vekin, merasîma çek şewitandinê pêkanîn. Beriya vê merasîmê me bangawaziya Rêber Apo ya bi dîmen ya 9’ê Tirmehê temaşe kir. Piştî komployê cara yek me dengê Rêber Apo bihîst, dîmenê Rêber Apo dît. Di me hemûyan de hestên bêterîf çêbû. Bandor li ser me û hemû gelê me kir. Di derfetên ku yek gotina Rêber Apo jî dernediket derve de, dîmen û bangawaziya Rêber Apo bi rêya çapemeniyê teyisî hemû cîhanê, ev bûyerek dîrokî bû. Hevdîtinên ku destpêkirî, teyîsîna wêne û dîmenê Rêber Apo, tê wateya pergala tecrîda Îmralî şikest. Merheleya piştî vê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye. Û armanc û navenda têkoşîna me, afirandina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Bi çek şewitandina koma Aşitî û Civaka Demokratîk di bin banê meclîsa KT de komîsyonek hat avakirin. Cara yek bi nêrîn û pêşniyara Rêberek Kurd, komîsyonek tê avakirin. Heya niha Rêberên Kurdan heman çarenûs jiyan kirin. Bêyî ku mafê gotin û parastinê jî bidin hatin îdam kirin. Lê Rêber Apo hem dewletê tîne ser mase hem jî dihêle ku înkar û îmhaya Kurd li ber çavan derbas bikin.

Di vê pêvajoyê de li her qadê divê di xeta sêyem de polîtîka pêş bixin, bi awayek jixwe bawer rojane performans, rêbazên têkoşînê, rêxistinbûna xwe pêş bixin. Di vê dema kaotîk de emê çawa polîtîka diyar bikin, meyla azadiyê xurt bikin, mohra xwe li modernîteya demokratîk bidin, ev xal girîngin. Di pêvajoyek wiha de aqlê stratejîk û biryarên stratejîk girtin, guhertin û veguhertinên mezin jênegerin. Nêzîkbûna Rêber Apo jî ji deman re stratejîk û paradîgmayî ye.

Em hemû bi Manîfestoyê ketin pêvajoya nîqaş û lêkolînên dijwar. Rêber Apo paradîgmaya sedsala 21’emîn zêdetir vekiriye û şênber kiriye. Ji xetimandina bîrdozî ya serdemê re, ji xetimandina di şexsê me de derdikeve re, ji pirsgirêkên li heremê tên jiyankirin re bersiv ava kiriye, çarçoveya teorîk û bîrdozî berfireh kiriye. Bi Manîfestoyê nêrîna di her 5 paraznameyan de kûr dike û mêyzandina me ya dîrokê cara duyemîn diguherîne. Beriya vê bi guhertina paradîgmayê nêrîna me ya dîrokî guhert. Niha bêyî ku paradîgmayê biguherîne nêrîna me ya dîrokê diguherîne. Di vê wateyê de nûbûna bingehîn di şîroveya dîrokê de ye. Ji nû de dabeşkirina dîroka Kurd û bi teybet vegotinên dîroka Kurd ya sergirtî pir balkêşin. Têkiliyên Kurd-Tirk di vê çarçoveyê de wateyek nû bidest dixe. Pêvajoya ku îro Rêbertiya me dixwaze bimeşîne, stratejiya çareserî û têkoşîna ku hewil dide pêş bixe jî bi vê nêzîkbûnê re girêdayî ye.

Yek ji guhertinên herî girîng jî em dibînin ku ji nû de şîrovekirin û dest girtina dîroka jin e. Bi teybet di roniya agahiyên arkeolojîk de Rêber Apo dîrok ji nû de nirxand û guhertinên bingehîn di vê mijarê de kir. Bi Girê Miraza, ev demeke hemû cîhan di mijara ji nû de nirxandina dîrokê de nîqaşan dimeşîne. Di kolandinên ku li Girê Miraza û derdora wê tên kirin de hertim fîgûrên zilaman derdiketin holê. Bermahiyên derbarê jinê de nîn bû. Rêber Apo jî di çarçoveya daneyên ku di van vekolînan de derketin pêş, bi şîroveyên xwe yên nû nirxandinên ronîker pêş dixe. Komên zilamên ku ji nav klana xwe derdikevin, bi nêçîrvaniyê hişmendiyek nû ava dikin, bi demê re dibin koma nêçîrvanan û wek “kujerê civakî yê kastîk” xwe rêxistin dikin, êrîşî civakbûna jinê dikin, qelîştoka dîrokî afirandin û pirsgirêkên civakî dan destpêkirin. Me berê dizanî bû ku feraseta serdestiya zilam piştî serdema Neolîtîkê û di dawiya dema navber ya 2 hezar salî de dibin dewlet û xwe bipergal dikin. Me di fêmkirina dema navber de zehmetî dikişand. Îro bi Girê Miraza derdikeve holê ku pergala zilam herî kêm di B.Z 10 hezaran de bi qasî ku perestgeha xwe ava bike, xwe rêxistin kiriye. Pirsgirêkên ku li derdora jin-zilam ava bûn jî diçe heya beriya 30 hezar salan. Nexasim em dibînin ku pevçûna jin û zilam, ji ya em dizanin kevintire, zilam beriya dewletê xwe bi pergal dike. Xwe xwedakirina zilam jî herî kêm beriya 10 hezar salan e. Li dijî çanda Xwedawend, çanda zilam li derdora xwe perestgehên xwe ava dike. Ev jî meznahî û hêza vê pevçûnê dide nîşan. Li derdora jinê civakbûna ku xwe dispêre komûnê pêş dikeve, li derdora zilam jî pergala kujerê kastîk rêxistin dibe, du şaristaniyên cuda pêş dikevin. Pevçûna di navbera wan de bi hezaran salan didome û di dawiyê de jî pergala jinê bin dikeve. Di destana Babîl de binketina Tîamat çîroka vê vedibêje. Şaristaniya serdestiya zilam serkeftina xwe îlan dike, xwedabûna zilam dest datîne ser nirx û afrîneriyên jin û li ser wê bilind dibe.

Tespîtek din ya girîng û nû jî, tespîta di encama neçariyekê de derbasbûna civaka Neolîtîk pêş ketiye. Li hemû erdnîgariyan û di hemû klanên berhevkar yên nêçîrvan de tê fêmkirin ku yekser derbasbûna jiyana xwecih nîne. Dîsa derbasbûna jiyana xwecihî wek pêşveçûn û şoreş dest girtin jî, Rêber Apo wek feraseta zanista pozîtîvîst û dîroka dûz-xetgir-pêşveber îfade dike. Derbasbûna jiyana xwecihî di çarçoveya parastinê de dinirxîne. Daneyên dîrokî datînin holê ku bicihbûna gundên destpêkê li heremên çiyayî ne. Yanî ji jiyana koçber bi dilê xwe derbasî jiyana cotkariyê nebûne, bi armanca xwe parastinê derbas bûne. Tê dîtin ku merasîmên zewaca pîroz jî di pêvajoyên piştre de di çarçoveya parastina pergala jinê de pêş ketine. Pergala serdestiya zilam pêş dikeve, her ku kujerê kastîk hêz bidest xistiye êrîşên wî li ser komûn, civaka neolîtîk zêde dibe. Xwedawendan dizanîbûn ku ger zilam hêz û rêvebirtiyê bigrin dest wê encam felaket be, lewma bi rîtûelên sembolîk merasîmên zewaca pîroz pêk tînin. Nahelin zilam bi dem dirêjî di erka rêvebirtiyê de bimînin. Pêdivî heye ku ev hemû zêdetir bên lêkolînkirin, fêmkirin û şîrovekirin.

Di mijara kujerê kastîk de vegotinek bi israr heye û wek teoriyek bingehîn datîne holê. Ji vê seyra pêşketina dîrokê bi awayek zelal ev tê fêmkirin. Di koka pirsgirêkên civakî de, zilamê kujerê kastîk yê ku êrîşî komûnê dike, qetil dike, tecawûz dike, yamyamtî dike, bi demê re dike kole û vê vediguherîne pergala şaristaniyê, heye. Kujerê kastîk bi demê re dibe dewlet. Ji ber vê sedemê Rêber Apo li şûna teoriya çînayetî ya Marx, nakokiya komûn û dewletê datîne holê. Kujerê kastîk ji nava komûnê derdikeve. Li ber serê wî xwe rêxistin dike. Tê fêmkirin ku pergala jinê ji derve û bi êrîşa çanda serdest-baviksalar ya li Mezopotamya Jorîn na, bi êrîşên kujerê kastîk ku li heman qadê pêşketî, hildiweşe. Yanî komûn jî li Kurdistanê pêşketiye, kujerê kastîk jî.

Ji van hemûyan divê em çi fêm bikin. Gotina “Dîrok di roja me ya îro de veşartiye, em di destpêka dîrokê de veşartî ne” Rêber Apo wek tespîtek sosyolojîk ya pir girîng got. Hîn ev hemû daneyên zanistî, pêşketin li holê nîn bûn, Rêber Apo ev tespît kirin. Xwedî hêza dîtina tişta pêş çavê xwe bûyîn, bi guhertina, mêyzandina ku zanista pozîtîvîst û doxmatîzma ol afirandî, pêkane. Dîrok û heqîqetên jiyana civakî derxistina holê, di çarçoveya armanca azadiyê de li jiyanê mêyzandin, ji bo çareserkirin û derbaskirina astengî û pirsgirêkên heyî karkirin, şertê bûyîna insanê azad e. Koletiya jin ku di roja me ya îro de bi awayê herî giran tê jiyîn nedîtin, ne pêkane. Ketina pey piştperdeya wê ya dîrokî û hewildanan çareseriyê, ferqa Rêber Apo danî holê. Ferq û hêza têkoşîna me ji vir derket holê. Têkoşînek ku azadiya jinê xist navenda xwe wê bibe ewlehiya azadiya civakî jî. Ji ber wê azadbûn; azadkirina têkiliyên jin û zilam, pîvanên exlaqî û estetîk dayîn, hezkirin, hûrmet û wekhevî avakirin, tê wateya ya însanî ji nû de dest xistin.

Rêber Apo di paraznameyên xwe de anî ziman ku ya Kurdistanî gerdûnî ye. Bi vê manîfestoyê ev rewş zêdetir xuyayî dibe. Derdikeve holê ku civaka komûnal ya jin-dayîk, bi qasî civaka Neolîtîk şaristaniya serdest jî di vê erdnîgariyê de pêşketiye û ji vir berbelavî cîhanê bûye. Tê dîtin ku qelîştoka ku di civaka Kurd de hatî jiyîn, serdestbûna tebeqeyên jor ango bi şêwazê hevkar pêşketina wê re, dubendiya komûn-dewletê di me de jî pir hatiye jiyan kirin. Rêber Apo hebûna dîrokî ya rastiya Kurd danî holê, bi vê tenê rastiyên dîrokî ronî nekir, di heman demê de koka mirovahiyê ya xwe dispêre komûnê, demarê ku jê hêz bigre, datîne holê. Kurdan ji sendroma “Kurdên Bi Dûvîk” rizgar dike. Wek endamek birûmet yê malbata mirovahiyê hebûna xwe îspat dike.

Ji milê din ve rewşa ku Rêber Apo wek Judenrat behs dike, sendroma Harpagos, ev hemû nirxandinên sosyolojîk yê cîddî ne. Pêwîste em bi vê bikevin rê, nakokiya komûn û dewletê, nakokiya serdestî û koletiyê, bêyî ku ji derveyî xwe bibînin, di avahiya me ya civakî de, di çanda me ya civakî de çawa hatiye jiyankirin dahûrandin bikin, di rastiya me ya dîrokî, çand û kesayeta me de, di rastiya jinê de bandorên vê dubendiyê kûrtir tehlîl bikin. Ev wê kûrkirina mêyzandina sosyolojîk bîne. Di heman demê de wê bike ku doxmatîzm bê şikandin, mêyzandina diyalektîk pêş bikeve. Mêyzandina diyalektîk nebe ne pêkane ku mirov dîrok, civakbûn û serdeman rast bigre dest. Aliyê dubend yê di her diyardeyê de dîtin û mêyzandina ku xwe dispêre teqeziyê derbaskirin, tê wateya avakirina mêyzandina diyalektîkî û di hişmendiyê de azadî û nermbûn ava kirin. Tenê ne guhertin, di cewherê wê de veguhertin afirandin e. Diyalektîk dij-jehra doxmatîzmê ye. Şêwazê destgirtina diyalektîkê ya pozîtîvîzm û Marksîzmê bixwe jî doxmatîk e. Yanî rêgezên diyalektîk yên wek pêşveçûna dûz, zagonparêzî, nakokî li hev nakin hevdû tûne dikin, di esas de wek zagonên zanistî yê doxmatîk mêyzandina me di kûr de bandor kiriye. Dema teqezî û qederperestiya ku feraseta ol afirandî jî li ser zêde bibe, hişmendiyek azad û pêşketina kesayetî ne mijara gotinê ye. Ketina hişmendiya Rêber Apo ketina hişmendiya azadiyê ye. Di sedsala 21’emîn de wê meşa mirovahiya azad bi vê hişmendiyê bibe. Ger em bixwazin vê sedsalê wek dîroka azadiyê pêş bixin, divê em li ser hostatiya dîrokê lêhûrbûn bikin. Hostatiya dîrokê çiye, di rojaneyî de em dikarin çiqas bibandor bibin, pêwîste em li ser vê bisekinin. Em berpirsiyarin ku hezar salan înşa bikin, vê nêzîkbûnê derxînin holê. Asta têkoşîna ku di manîfestoyê de hatî îfade kirin derxistina holê, bi hostatiya dîrokê û bûyîna kesayetên dîrokî ve wê pêk bê. Ev bi aqlê Kurd ê nû pêkane.

Rêber Apo diyar dike ku hewil dide aqlê Kurd biafrîne. Di esas de bi Rêber Apo re aqlê Kurd çêbûye. Pergala vê ya dîrokî bi xetên giştî derketiye holê. Rastiya civakî û sosyolojîk hatiye dahûrandin. Ev aqil dibe bîrdoziya Kurd. Bi Manîfestoyê bîrdoziya Kurd diyarî cîhanê tê kirin. Ev tiştekî Kurdistanî ye. Rehbera bîrdozî ya gelê Kurd ku hebûna xwe îspat kiriye û ber bi azadbûnê ve diçe ye. Manîfestoyek ku pirsgirêka hebûn, zanebûn û azadiyê çareser bike ye. Rêber Apo mînaka Hegel pir dide. Ji ber ku bi felsefeya Hegel; hebûna Elman û netew dewlet derdikeve holê. Cîhana wan ya felsefîk, bîrdozî çêdibe. Civak û komûna Kurd berê bi Zerdûştiyê bûye xwedî bîrdozî, lê ew jî hatiye belav kirin, bermahiyên wê mane. Aqlê nû yê Kurd bi Rêber Apo çêdibe. Ev aqlê azadiyê ye. Şîroveya bihêz ya hemû demên dîrokî û civakî, senteza nirxên şaristaniya demokratîk û ya herî girîng jî aqlê Kurd û bîrdoziya Kurd ku li Zagrosan li ser rêgezên jiyana komûnal ya li derdora jinê ava bûyî, pêş ketiye. Ev aqil di Rêber Apo de bi awayê netewa demokratîk û komûnalîzmê pêş dikeve. Aqlê Kurd yanî bîrdoziya Kurd bîrdoziya komûn e. Di roja me ya îro de bi awayê netewa demokratîk şêwe digre. Şêweyê herî guncav ê li gor rastiya vê erdnîgariyê ye.

Koordînasyona PAJK’Ê