Rêber APO\n\nCihê ku cara yekê ez li çarmixê kirim, peytext Atîna ye. Atîna, bi ruhekî tirsonek û çandeke paşverû, xwest ku êşa windakirina desthilatiya xwe ya sê hezar salan li ser Anatolyayê derxe; bendewariya serfiraziyeke erzan û bêrêgez a li hemberî Tirktiya Anatolya ji min hatî kirin. Dema ku fêhm kirin ev yek ne gengaz e, weke ku xwediyê min ew in, ji bedêla hinek tawîzan li Kibris û Ege weke pakêta diyariyê yan jî miheke qurbanî, xayîntiya pêşkêşkirina ji hikûmeta Tirk re ketîtiya ku di dîrokê de wekî wê nehatiye dîtin û bêşereftiya ku di tu kitêban de cihê wê nîne daye nîşandan; wekî endamê YA, li hemberî PMMA sûcê hiqûqê kiriye. Bêyî ku tu mehne (bahane)ya dijber li darîçav were dayin, bê exlaqiya di vê bûyerê de û sûcê li hember hiqûqê misoger e. Ger ku hewce bike, bi gelek şahîdan re ev yek dikare were îspatkirin. Nivîskarê Yewnanî Kazancakis, romana “Ji Nû Ve Çarmixkirina Îsa” ji zû de nivîsandiye. Lê ya min rewşa min ne takekesî ye. Çalekiya çarmixê li ser milyonan Kurdê vîna wan azad û bi mirinî girêdayî serokatiya xwe ne, hatiye kirin. Dibe ku Yewnanî ji Zeus û virde xwe pir qurnaz bihesibîn. Xwedawend Athena ya keça Zeus a ku ji enya xwe çêkiriye, bi hîle dikare xwe bixe dewsa Deîphobosê birayê Hektorê ji Troyayê û bavêje nav şerê agir tasfiye bike. Wê çaxê dikare deryê Anatolya veke. Ev rastî di mîtolojiyê de derbas dibe. Lê di sedsala 2 hezaran re mabû salek, dema ku di sedsala 20. de dijîm xistim vê xefkê. Ger ku wan bi xwe ez bikuştama, komplo be jî rengê qezayê dabanê û ev pêk bianiyana min xem nedixwar. Weke pêwîstiya çanda wan wê biba û biqediya. Lê bi usula weke diyarî paketkirina ku di tu kitêbên insanetiyê de û di tu rêgezên exlaqî de cihê wê nîne, di nav êşên nêzî 30 hezar şehîdan û hesirê dayikên şehîdan de, di demeke herî krîtîk ku ez hîç ne hazir bûm û hîn hêvîya wanî tiştina ji min hebû, çawa diwêrê min radestî tîmên şerê taybet bike? Li pişt wan serokwezîrê DYA Clînton hebûye, wî emir daye.(Şewirmendê wî yê taybet Blindkend ev di çapemeniyê fermî daxuya) Hikûmeta Yewnan jî bi leystoka dostaniyê ev pêk aniye.\n\nÎsraîl, ji bo ku di ser Tirkiye de dengeya stratejîk ava bike ne dibû xwedî heqê ku min bike qurbanî. Yê ku cara yekemîn qurbankirina mirovan rakiriye jî pêşiyê me, Hz. Îbrahîm pêxember e. Tenê ji bo bîranîn û rêzdariya ola wî jî bana, diviya bû ku MOSSAD neketana vê çalekiya qurbaniyê. Divê ji bo mezinahiyê sînorekî exlaqî hebe. Hîç neba jî diviyabû hikûmeta Yewnan nebûba amûrê vê leystika qirêj. Bi van leystikê zirav yê ku li ser Tirkiye dileyizin û li hev dikin wan bi xwe jî ji akilmendiya vê bawer nedikir dîsa jî. Diviya ku hesab bikira wê rojekê hişê Kurd jî werê serê wî û tolahildana xwe birêxistin bike. Ji hezarî yek be jî diviyaba ev îhtîmal hatiba hesabkirin. Ev sûcê ku li Navenda Xirîstiyaniya Ortadoks di her alî de ji nû ve çarmixkirina rihê Îsa Mesîh diviyaba evqasî erzan nehata kirin. Diviyaba nebûba muştaq(turev)ê Yahuda Îskarîot ê hemdem. Ya hîn xerabtir, bi van daxuyaniyên sexte bi vê bêexlaqî tirsnak sûcdarî nehata sergirtin. Ez zêde dirêjnakim. Wateya mîxê destpêkê li çarmixa min yan jî tabûta min a ku li Atîna hatî amadekirin hatiye xistin ya însanî û dîrokî di vê çarçovê de ye. Heger dirust nêzîkbûn bê esasgirtin, rexê wê yî siyasî û hiqûqî divê bênin ber çav.\n\nBizmarê duyemîn li Moskovayê hate lêxistin. Ez hîç ji vê şaş nemam û aciz nebûm. Gilîkirinê jî zêde bi mane nabînim. Min îhtîmal neda ku qaygiyên Rus û Hikûmeta wan a ku bi şiklekî herî xerab bi xemsarî nêzî nirxê xwe yî herî bavçê (soylu) dibin, yên însanî û exlaqî hebin. Rusan di vê donemê de zêde zêde îspat kirine ku nirxekî ji bo pera feda nekin nîne. Weke endamê Konseya Ewrûpa Rusya, girêdayî Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpa ye. Her wekî din bi piştguh kirina xwesteka min a îltîcaya siyasî ku Duma ya di cihê parlemento de bi 298 rayên li himber yek rayê hate qebûlkirin, bi zorê avêtina min a ji Rusya dervî hiqûqê ye. Ev jî YA û PMMA elaqedar dike.\n\nBizmarê siyemîn jî li peytexta Awrûpa ya pîroz Roma li ber çavê papa hate kutandin. Her çiqasî di destpêkê de mirovê mezin Aziz Paol xirîstiyanê ku cara yekê li Romayê hatibe kuştin jî, divabû pêvajoyeke ji mirinê xerabtir ji bo min nehata inyatkirin(dayatma). Awrûpa û Roma di wê îdeayê de ne ku nûnertiya şaristaniya hemdem dikin. Ji 2000’an re salek mabû Roma divabû tişta ku li Saint Paul kir cara diduwa neceribandibana. Eynî weke wî ez jî ji Şamê dihatim. Ez î bi qasî ku zimanê min zîvirî hinek rastiyên li ser şaristaniyê bêjim. Ji bo çi hatin rewşeke ku ewqas qebûl nakin? 66 rojan weke ku di qefeseke hesinî de bigirin, li her aliyên min polisê weke pola danîn û bi xedarî nêzî min bûn. Min ê hebûn û azadîxwaziya gelekî dîrokê yê herî kevn ku mafê mirovatiyê jê re nehatî naskirin, hîna navê xwe jî nedaye qebûlkirin bianiye ser zimên. Vekiriye ku ev daxwaza demokratîk û heq li gorî nirxê Ewrûpa yên hiqûqî û siyasî ye. Ji vî heqî re hîç rêz nehate girtin. Ji bo ku ez bêm revandin her tişt hate kirin. Ji bo çarmixkirinê hemû fonksiyonên psîkolojîk hatin bicihanîn û ez hatim postakirin. Divê PMMA li ser vî aliyê rastiyê bisekine, hesap were pirsîn çima li Romaya ku teşe û giyan daye YA’yê rewşeke wiha pêşket û tişta hewce werêne ber çav.\n\nRevandina min a peytexta Kenya bi temamî bi şirîkatiya vîna Awrûpa û DYA’yê pêk hatiye. Rola herî adî jî bi zaroka xwe ya mizir Hikûmeta Yewnanê dan leyistandin. Çîroka vê dirêj e. Min qismen behsê kir. Pêwîst bike ezê vê rastiya revandin û radestkirina li Sefîri(elçilik)yên Kenyayê bi devkî jî dirêj dirêj û peyitandî li PMMAyê bêjim. Yek ji îşê komployê yê herî qirêj jî erka barkirina tabût, çarmix û pakêtê, kişandina ben a ku bi dest yamyamên Afrîka yên ji Kenya ku baş hatine terbiye kirin hatî pêkanîn e. Qaşo Awrûpa pir û pak bû, sûc jî Kenya kir! Xuyaye ku, Awrûpa di qirkirina gelan de baş tecrûbe qezenc kiriye. Di vê derê de jî rola celadê siyasî yê sivik leyîstiye. Ji ber ku ji raya giştî û zagonan dipelikîne(çekinmek), hinekî jî ev taktîk xistiye dewrê. Yanî li Awrûpa karê qirêj qet nabe; bibe bibe jî di navbera yemyaman de dibe.\n\nLi Kenya rola DYA’yê vekiriye. Jixwe serokê DYA’yê li rola xwe, yanî emrê radestkirinê xwedî derketiye. Li gorî min teqez e ku îstîxbarata Yewnan û CIA vê leyistikê ne ji eşqa Tirkiye re leyîstine. Şika nakim ku weke armanceke stratejîk dipejirênin ku mirina min ji destê Tirkan be. Bawer dikim ku nêzîkatiya Îngilîzan jî ev e. Li gorî min qismen weke berxwedêrekî qebe dijminatiya Tirkan nekirina min, qismen jî nêzîkatiya Serkantiya Giştî ya Tirk a îhtîyadî, pêşiya teqîna bomba ku ji vê leyistikê hêvî dikirin ku di şexsê min de bibe malî jiyana dehhezaran girt. Pêşî hat girtin ku sedsala 21. bibe weke sedsala pevçûna Kurd û Tirk. Eşkereye ku, ev leyistika ku di bin maskeya dostaniyê de him li Tirkan him li Kurdan tê kirin, komploya ji lîstikên Bîzansê yên ku di dîrokê de weke wan ne hatiye dîtin hîn xerabtir herî bêzirav û bêşeref e. Ez di wê baweriyê de me ku hewceye him Kurd him Tirk teqez vî aliyê komloyê bibînin.\n\nÎsraîl, di radestkirina min û tecrîtkirina min a di raya dinyayê de rola diyarker leyîstiye. Derketina min a Rojhilata Navîn û di Tevgera Kurd de pêşxistina min a xeteke nû ji xwe re reqîb û talûke dîtiye. Wexta ku weke kevneşopî Tevgera Kurd tê gotin Îsraîl, hezên hevkarên Kurd yên Iraqê esas digire, hewl dide ku bi rêka wan hemû Kurdan di têkiliyên pir alî yên bi wan re bixe nav tevneke stratjîk de. Tevgerîna min a serbixwe û perçekirina min a vê tevnê, her wekî din timî tengkirina min a saha hevkaran û di saha Ereban de zêde mayina min, rê li ber vekir ku di derheqê min de di raya dinyayê de stratejiyê pêş bixin. Dibêjim qey ez ji Îsraîlê rewşekê ku ji Arafê hîn bêhtir neyê xwestin dixwazim. Van faktoran di ketina wan î îtifaqa stratejîk a bi Tirkiye re di derheqê min de rola bingehin leyîstine. Gumana min nîne ku ev stratejî aîdî rastê Îsraîl e li cem vê yekê, derneketiya holê ku ji milê xeta Şîmon Perez a ku nûnertiya çepê dike çiqasî tê pejirandin nayê pejirandin.\n\nÎsraîl ji beriya 9’ê Cotmeha 1998’an de dest avêtiye min. Ji bombebarankirina 6’ê Gulan 1996’an xebera wî û piştgiriya wî heye. Mijareke hêjayî lêkolînê ye ku Yewnanîstan çiqasî weke taşeron hatî bikaranîn. Ji aliyê serok Primakov mişextina min a ji Moskova bi lobiya Îsraîl û Yahûdî re pêwendîdar e. Tê bîra min Ariyel Şaron bizat bixwe hatibû. Ya ku bi ser DYA de Îtalya ditepisand jî Îsraîl e. Li Londra, Awrûpa li pişt nîşandana tewrê zilamê nayê xwestin îhtimaleke mezine ku MOSSAD hebe. Ya ku zor da DYA ku di derheqê min de emrê radestkirinê bide jî rastiya Cihû ye. Ez hertim vê tewra Îsraîl dişibihênim tiştên ku di derketinê de anîne serê Musa belkî jî kuştina wî. Ez hertim dixwazim ku cihê gelê Cihû di Rojhilata Navîn a demokratîk de hebe. Dîsa min hertim heyrantî û rêz da hêza felsefe, huner û zanista Cihû. Wê her roj baştir fêhm bikin bi tişta ku li min kirin gelek zerarê didin xwe. Kurd bi dîtina rastiya bi vî şiklî wê hîn bêhtir şiyar bibin, wê îspat bikin ku bigihin hêza xwe, û edaletê bînin.
Di Dîrokê De, Ev Bûyera Komployê Weke Lekeyekî Tarî Peyda Dibe
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 161


