Rêber Apo
Di pêvajoya pênc hezar salî ya heta Sûmeran de serdemeke dayîksalarî (ana-erkil) hate jiyîn. Di Sûmeran de ev serdema dayîksalariyê cihê xwe ji serdema bavikiyê (baba-erkil) yan jî baviksalariyê re hişt. Di vê demê de îlana baviksalariyê hate kirin. Ji Sûmeran ve di pênc hezar saliya bihurî de serdema baviksalariyê ye. Heta roja me pênc hezar sal dayîksalarî û pênc hezar sal jî serdema baviksalarî hate jiyîn. Di feraseta me de ne tam dayîksalarî ne jî tam baviksalarî heye. Feraseta me bihevrebûneke herduyan tîne cem hev, xwe dispêre felsefeyê û bingeheke xwe ya felsefî heye. Belê, divê jin û mêr li gel hev bijîn û dikarin bijîn. Lê bila ev şaş neyê têgihiştin; tişta ez li vir qala wê dikim, ne azadiya zayendî ye, ez vêya jî teswîp nakim. Ew bihevrebûna jin û mêr a ez qala wê dikim, divê bi felsefeyê were stirandin û bihevrebûneke bingeha xwe ya felsefî hebe. Bihevrebûna jin û mêr, tenê wisa dikare were watedarkirin. Rewşeke berevajî wê me bibe ev zayendiya jinê ya di kapîtalîzma hov de tê dîtin. Vê encama zayendiya jinê ya kapîtalîzma hov, ev felaket e, kerax e. Pêwîst e têkiliyeke spartî bi zayendiyeke çors, hundirê xwe vala ku felsefeya xwe nîne, nebe. Qesta min a ji azadiya jinê, jina zana û bi vîn e. Ramanên min ên di derbarê jinê de pir cuda ne û pir nû ne. Min vê mijarê di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de bi awayekî berfireh girt dest; dikarin ji wir jî sûdwergirin. Heya tekoşîna azadiya jinê neyê biserxistin, wê tekoşîna sosyalîzmê, tekoşîna demokrasî û azadiyê nikaribe bigihîje serkeftinê.
Têgeha namûsê nizanin. Nikarin namûsê binav bikin. Namûs, ji Eko-nomosê tê. Eko-nomos, tê wateya zagonên malê, karên ku jin dike, karên malê û karên ayidê jinê ye. Ekonomos, ekonomî, karên jinê ne, xwe dispêre hilberînê, ekonomîst jî yên ku vî karî dikin re tê gotin, ekonomîst jî jin e. Têgeheke namûsî ya ku şaş tê şîrovekirin heye. Min berê jî gotibû, xwedawendîbûn. Ev jî xwenaskirin e. Xwenaskirin jî ji zanebûn, jêhatîbûn û baş fêmkirinê derbas dibe. Destpêkê bila jin dîrokê bizanibin, bila dîroka xwe hîn bibin, bila dîroka neolîtîkê bizanibin, bila civaknasiyê, aboriyê û felsefeyê bizanibin, wê bi vî awayî xwe jî nas bikin. Bi qasî ku bikaribin xwe nas bikin, wê bibin xwedewend. Înannabûyîn, îştarbûyîn ji fêmkirin û têgihîştinê derbas dibe. Bi vî awayî wê bikaribin çewsandinên civakî û sîstema zordest derbas bikin. Hûn her roj bi çanda tecawizê re rû bi rû dimînin. Divê destpêkê hûn çanda tecawizî ya rojane derbas bikin. Van pirsgirêkan bi xebatên akademîk zêdetir kûr bikin, lêkolîn bikin û têbigihîjin. Min ji bona vê Akademiya Jina Azad gotibû. Li vir xebatên xwe yên akademîk bikin. Di heman wextî de bi vekirina xwaringehan re û bi mijûlahiyên aborî yên cuda cuda re, dikarin xwe beşdarî hilberînê bikin. Dikarin tiştên eydî jinê bikin. Dema ku li Şamê bûm, keçên me yên herî ji xwe bawer dihatin û digotin, “emê azad bibin”, lê piraniya wan çavên wan dilîstin. Mêr jî dihatin, çavên wan jî dilîstin. Ya ku ez dibêjim, bila destpêkê van çavên ku wisa dinêrin bigirin, bila kor bikin. Di şûna vê de bila çavên xwe yên mejî û zihn vekin, bila bi vî çavî binêrin. Encax wê demê dikarin di riya azadiyê de bi pêş ve herin.
Nasnameya zayendî ya jin û mêr a tê zanîn, piştre hatiye çêkirin û nasnameyên înşakirîne. Jin, li gorî vê nasnameyê hatiye sazkirin û bi hezaran sal in tê mêtandin. Nikare heqê keda xwe bigire. Wekî mînak, ev Hîzbûlah û wekî din ferasetên olî, jinê dane girtin û ji civakê îzole kirine. Ka em şalpeyê bidine aliyek, ev şalpe ye ev çarşef e di hundirê wê de didine girtin, ji serî heta neynûk girtî, qenderek jî rûyê wan nayê dîtin. Ma wisa feraseta azadiyê dibe? Ma xistina vî halî ya jinê, dikare bi azadiyê bê ravekirinê? Di îslamiyeta rastîn de tiştek wisa nîn e, zihniyeta vanan bi îslamiyetê re tu eleqaya xwe nîn e.
Ez nabêjim evîna bêdawî, lê dibêjim hevdu berdana bêdawî (sonsuz boşanma). Dema ez dibêjim bêdawîtî, di rastiyê de ez dikarim vê bêdawitiyê bi desthilatdariya pênc hezar salî ya zilam re sînordar bikim. Ez pêşniyar dikim ku li hemberî vê yekê jin bi rengekî bêdawî vê desthilatdariyê berde. Divê siyasetên xwe çêbikin û ji bo vê yekê aboriyên xwe ava bikin. Divê jin aboriya xwe çêbike; min qala akademiyên siyasetê kiribû. Ji bo ku jin azadiya xwe biafirîne zanista siyasî û çalakiya siyasî pêwîst dike. Pêwîst e vê yekê biafirîne. Azadiya jinê yan jî têkiliya jin û zilam nikare wisa bi evîna romantîk an jî bi evîna bêdawî û yan jî bi azadiya zayendî were bidestxistin. Eger emê bêjin evîna bêdawiyê, ez qala têkiliyên evîna romantîk ên di roja me ya îro de tên jiyîn nakim. Ji xwe ez qala evîna romantîk, ango ew tişta ku jê re dibêjin “evîn” têgehek e ku di romanên klasîk ên di sedsalên 17. û 18. de li Îngîlîstanê hatin afirandin, nakim. Eger wê bi evîna bêdawî re bijîn, pêwîst e azadiyê derxin zanebûnê.
Belê, tenê beramberî çanda destavêtinê xebat kirin têrê nake. Dema ku li hemberî çanda destavêtinê têdikoşin, divê di her wateyî de tekamûl bin û têkoşîn bikin. Divê ev xebat bên firehkirin û saz kirin. Ne xwe wê ji mîtingek gilûr(qelebalix) wêdetir tiştek nebe. Divê jin azad be. Ev pirsgirêk ji dîrokê tê. Divê ne jin bibe kolê zilam, ne jî zilam bibe kolê jin. Dema ku dibêjim destavêtin, tenê behsa destavêtina zayendîtî nakim. Di vê derê de pir kûr û pir alî ve dorpêçkirinek heye. Di çapemeniyê de nûçeyeke ji Mêrdînê derketibû. Ez ji vê re dibêjim mexdura ji Mêrdînê. Ev zaroka keç li wê derê bi destavêtina dused kesî ve rû bi rû maye. Heman tişt li gundeke Mêrdînê jî çêbibû. Di eslê xwe de ev ne tenê li wê derê, li her derî bi sedan mînakê vê hene. Ev feraseta bi çand li her derî derdikeve holê. Li Îranê jî jinên ku cezayê recm digirin hene. Erê ez tenê behsa çanda destavêtinê nakim. Behsa wan destavêtinên kevin yê di çapemeniyê de derdikevin nakim. Yanê divê jin di hemû qadên jiyanê de rêxistinên xwe yên xweser ava bikin. Min behsa akademiyên siyasetê kiribû, dikarin li van deran xwe saz bikin. Divê jin li Amedê û her derî baş niqaşbikin.
Ez ji ber vê yekê ji jinan re dibêjim ku ma gelo hûn dizanin hûnê çawa bijîn û hûn kî ne, ku hûn karibin evînê û hezkirinê bijîn? Ez ji berê ve ji diyardeya jin û zarokan dûr sekinîm. Min weke Nazim Hikmet ji jinan re helbestan nenivîsand. Di rastiyê de ez nirxeke pir mezin didim wan, min ji bo wan pir tiştan jî kir, lê belê pêwîst e mirov wê rastiyê bibîne ku jineke di vê astê de azad nebûye. Ez ji bo mêrên Kurd jî dibêjim; eger bi qasî zerre namûsa wan û rûmeta wan hebe dê pirsa “em çima di vê rewşê de ne?” ji xwe bikin, vê yekê ferq bikin û têkevin nava lêgerîna vê. Ez ji ber vê yekê vî tiştê dibêjim. Eger hûn vêya fêm bikin, bi armanca çareserkirinê jî hûnê têkevin nava hewldan û xebatên pir mezin.
Ev dîroka şaristaniya çînî ya pênc hezar salî, tenê ji jinê re erka zayîn û mijandinê daye, jin tenê ev e. Vaye Erdogan dibêje ya sê zarok bînin. Hûn li hember vê ferasetê têdikoşin. Hûn jî dikarin li Rojhilata Navîn temsîliyeta jina hemdem pêk bînin. Pêkanîna vê temsîliyetê girîng e. Piştî hezaran salan şûnve, gelek girîng e û bi nirx e ku çanda xwedawend a jinê di jinên Rojhilta Navîn de temsîl bibe. Ew jina ku xwe gihandibe wê astê jî, wê bê hezkirin, wê bi wê jinê re bi wate bê jiyandin. Di vê girêdanê de hûn dikarin ji pêşengiya jinên Rojhilata Navîn bikin, hûn dikarin jinan bandor bikin. We di vê mijarê de gelek pêşketinan afirand, hûn di nava vî karî de ne û hûn natirsin jî. Divê hûn van xebatan bibin hîn qonaxên pêşdetir.
Di mijara jinê de du tiştê ku em dixwazin bikin heye û vana pir girîngin. Ya yekemîn ku jin di warê ramana îdeolojîk de azad bibe û bihêz bibe. Di warê îdeolojîk de divê gihiştî, kamil be. Ya duyemîn ji rêxistingeriya xwe saz bike, bigihêje rêxistingeriya xwe, bigihêje asta ku karibe rêxistina xwe çêbike ye. Di van her du mijaran de karibe pêş de biçe tenê wê karibe di qada azadbûnê de gavên girîng wê biavêje.
Li gorî min heta azadbûna jinê nebe, ne gengaz e ku civak şoreşê lidarbixîne û azad bibe. Azadbûyina jinê, li dijî çanda hatiye dayin de ji bo azad bibe, bi rexnekirineke xurt a bi kevneşopiyê, bi rexnekirina kevneşopiya heyî de gengaz e. Ev gelekî zehmet e. Têkiliyên heyî piranî li ser tecavuz, tecavuza li ser bedena jinê hatiye sazkirin. Di çanda heyî de zilam xwedî nêzikatiya jinê weke bedeneke ku karibe tecawuzê wê bike dibîne ye. Di şert û mercên heyî de xwe ji vê çandê paqijkirin, ji vê ferasetê rizgarkirin pir zehmet e. Heta jin azad nebe, zilam nikare xwe ji vê rewşê rizgar bike.
Têkiliya jin – zilam ne biyolojîk e. Bi giştî li ser zemîna desthilatdariyê ye û siyasî ye. Dema mirov dîroka pênc hezar salî jî li ser zêde bike, bê hêz hiştina jinê ye. Ev ji aliyê zanistî jî wisa ye. Ez mijara jinê pir girîng dibînim. Koledariya jinê, azadbûna wê pirsgirêka herî girîng ya di civakê de ye. Koledariya heyî ya jinê, li gorî min koledariya herî mezin a di civakê de ye. Di çanda hatiye dayîn de xwe azadkirina jinê pir zehmet e, bûyereke zehmet e. Ez vê ji xwe dizanim. Aliyekî min ê ji zaroktiya min de ku neketina bin fermanê, azad bûyin, xwe ji her tiştî azadkirin heye. Hîn jî ez wiha me. Tevî vê her roj hewl didim ku xwe di aliyê azadkirinê de biparêz im. Ji xwe, xwe azadkirin, parastina azadiya jinê hîn zehmetir e. Hema bêjin ne gengaz e. Lewra bi modernîteya kapîtalîst ve, di şaristaniya pênc hezar salî de ketina jinê ewqas mezine ku rabûna wê, azadbûna wê pir zehmet e.
Ji xwe ez nabêjim jî nikare azad bibe, li berxwe bide. Lê azadiya jinê, azadbûna wê bi jiyana heyî ya kole û bi şikandina vê ketinê wê ve girêdayî ye. Herdem aliyekî jinê ya li berxwe dide heye. Ji bo jin azad bibe divê destpêkê xwe nas bike. Ketin çiqas kûr be ji bo azadbûnê berxwedan jî divê ewqas kûr û mezin be.
Him jin him jî zilam aliyê xwe yê kevneşopî bernadin. Ev pir zehmet û pir kûr e. Ango divê jin, jintî ya kevneşopiyê derbas bike. Divê di xeta xwe ya azadiyê de berdewam bike. Divê jintiya kevneşopî bala wê nekişîne û dilê xwe nebijînê.
Di şaristaniya kapîtalîst de têkiliyê jin-zilam xwe dispêre cinseltiya xwesteka biyolojîk ya herî ji rêzê. Ev nêzîkatiyeke ewqas ji rêzê ye. Lê belê ev pêvajoyeke biyolojîk a ji rêzê ye. Jin a herî dibêje ez, nikare xwe ji çanda tecawuzê rizgar bike. Û bi vî awayî Sema Yuce jî ji yên vê nedipejirandî bû. Û ji ber ku ev nepejirandibû çalakiyeke bi vî rengî lidarxistiye. Û bi vî awayî em Sema Yuce bibîrbînin. Em vê axaftina ji bo bîranîna wê diyarî bikin. Li ser vê bingehê ez xebatên hevalan girîng dibînim. Di wan şert û mercên dijwar de, li çiyan jiyan dikin, ez dizanim. Lê tekoşîna wan pir bi rûmet e û girîng e. Bila berdewam bikin. Ji hemû hevalên jin re silavên xwe radigihînim, serkeftinê dixwazim.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 1210
Rêber APO
Ez wek ferdekî bi serê xwe tenê di nav şertên tecrîdê de mehkûmiyetê dijîm, li aliyê din, parastina xwe ya hiqûqî dewam dikim. Hêsan nîne, mirov di dîrokê de dozeke din mîna vê demdirêj û ji aliyê siyasî ve giran bibîne. Hînê jî diyar nîne wê heta kengî dewam bike. Lê belê hê jî bi israr doz wek serlêdana ferdekî tê nirxandin û ji aliyê civakî û siyasî dûr tê girtin. Pir eşkere, ev helwesta DMME kêmaniyeke mezine û bi xwe re rê li ber mehkemekirineke adil nebe, vedike. Doza min bi nazenînî di çarçoveya DMME de hat qebûl kirin, lê ji hemû aliyê siyasî û civakî dûr hat girtin. Eşkere ye, hewceyî bi vê helwestê dîtin ji bo aliyekî girîng ê rastiyê veşêrin. Ev bi xwe jî mijareke bingehîn e, divê ez rave bikim. Ferd ji civakê qût dike û dibêje; “Ez te dikim xwedî maf” bi vî awayî mehkeme dike. Ev helwest cewherê şaristaniya Ewrûpayê pêk tîne. Hema hema ez bi tevahî di parêznameya xwe ya yekemîn de li ser vê rastiyê rawestiyam.
Şertê hebûna cinsê mirov civat e. Ji cinsê prîmat (famîlya herî nêzîkî mirov) yê beriya xwe veqetiyaye û bi civatê bûye mirov. Ev tespît a herî nêzî rastiyê ye, ji aliyê Zanista Civakî ve tê qebûlkirin. Ferdê bi tenê û jiyana bi civat, çiqas ji hev bêne kirin bila bêne kirin, bi teorîk îspat a wê zehmet e. Ji ber ku ferd bi serê xwe nîne. Dibe ku ferdê civaka wî hilweşiyayî hebe, lê hîç nebe ew ferd bi bîranînên civaka xwe ya hilweşiyayî li ser piyan dimîne. Ew bi wan bîranînan jî ji bo kêliyekê dibe civakî. Cinsê mirov, bi temamî hêza xwe bi asta têkiliya xwe ya bi civatê re bi dest dixe. Hejar û qels xistina ferd, şêwazê herî hov ê kolekirinê, tenê hiştin, tecrîd û îzolekirinê ye. Keriyên koleyan, gundiyên serf, karkerên li bajaran dîsa jî civat in. Car caran îsyan dikin û hebûna xwe bi bîr dixînin. Li aliyekî din, tenêtî dijwar hîn dike. Di dîrokê de pêvajoya sulûk û înzîwayê ya hemû zana û peyxemberên navdar vê rastiyê nîşan didin.
Tenêtiya ez dijîm, bi giştî têkiliya xwe bi vê sîstema mehkûmiyet û tecrîdê re heye. Civata te, gelê te; eger ji “xwebûnê” hatibe derxistin, ev tê wê wateyê hê tu ji dayikê dibî tu bi tenêtiyeke qels têyî mehkûmkirin. Tu çendîn ji xwe dûr bikevî ew çend tu bi civateke din re dibî yek, lê wê demê jî tu êdî tu nînî. Yan tê tenêbûneke dijwar, yan jî tê xwe radestî rastiyeke din bikî. Feq û dafika Kurd ketinê û min berê behs kiribû jî ev mentiqê dualî bi xwe ye. Wek ji te re bibêjî; ji mirinan mirinê biecibîne. Di roja me ya îro de cudabûn û parvekirina “bi yê din re” pir tê guftûgokirin. Helwesteke rast e, ji bo dewlemendiya civatê li ser hîmê dilxwaziyê cudabûnên werin afirandin bi yê din re werin parvekirin. Lê belê polîtîka homojenkirin û afirandina yek tîp mirov a sîstemê tiştekî din e. Ew qirkirin e. Ew ji holê rakirina nijad û qewman e. Asîmîlasyon e. Tu êdî tu nînî. Li ser rastiya Kurd polîtîka tê ceribandin jî ev cure ye. Çavkaniya wê jî biyoîqtîdara sedsala 19. û 20. ya nijadperest û faşîzm e. Her cure têgihîştina desthilatiya total e. Armanca wê afirandina nijad û netewekî xurt e, û pê re êrîş û şer tên. Bêguman reh û kokên wê dadikevin heta serdema avakirina destpêkê ya civaka hiyarerşîk, lê bi sîstembûn û belavbûna wê wek polîtîka dewletê xweserî sedsala 20. ne.
Di bin van şertan de mehkemekirina min, em komployê jî bidin aliyekî, dibe sedema cezayekî giran, ji ber ku min civakeke îdeaya xwe wendakirî kiriye xwedî xwestek û li dijî sîstema bi pey hêrsa hêza qezenc û karê ketiye kiriye xwedî çalakî û tevger. Ev tê ferz kirin û kengî were gotin ka civaka min, ka çanda min, ka zimanê min, ka azadiya min, ev hemû dibin cihêkarî û îxaneta bi welêt re. Di şaristaniya Osmaniyan de gunehekî wer nebû. Di sîstema qewmên Tirk de bi giştî cureyekî welê yê guneh nîne. Ev guneh, vedîtin û îcada rejîmên faşîst, nijadperestên şaristaniya Ewrûpayê û rejîmên din ên desthilatiya total in, di sedsala 20. de derbasî sîstema dewleta Tirk bûne. Ji vê yekê jî her aliyê cîhanê para xwe girtiye.
Eger gunehekî min hebe, ew jî ewe ku min jî hinek ji mîkrobên çanda şer û desthilatiyê wergirtine. Wexta ji bo azadiyê, desthilatiya dewletê û şer mîna fermaneke Qur’anê bi bawermendî hat fêm kirin, ezê jî tevlî lîstikê bibûma. Hema hema her kesê li ser navê bindestan rabû û têkoşiya, nekarî xwe ji vê nexweşiyê xilas bike. Li ser vî hîmî, ez ne tenê li hemberî sîstema serdest, her wiha ez li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya min her tiştê xwe ji bo wê danî holê jî gunehkar im. Ezê di vê mijarê de rexne li xwe girtinê ne tenê bi teoriyê, ezê di pratîka esîl a tenêbûna xwe de heta dawiyê bimeşînim. Lê sîstema ku civak û gelek bi zorê û hîleyan ji xwebûnê derxistiye, wê çawa xwe bide efûkirin. Eger mehkemekirinê adil bibe, divê li îdeayên her du aliyan jî were guhdarîkirin û li gorî wê biryar were dayîn. Mehkemekirineke têkiliya xwe ji zanistê qutbûyî ti car nikare adil bibe. Eşkere ye, Zanista Civakî wê çeka min a bi tenê be, ezê serî lê bidim. Ez bi qasî ku xwe pê rohnî bikim, ezê karibim li ser rêya rast bimeşim ku ev jî yek ji şert e, ji bo mirov bi şeref û rûmet bibe.
Sîstemeke ev çend bandor li civakê kiribe, wê hilweşandin û texrîbatên wê yên xwezayê neyên ji bîrkirin. Helwesteke femînîst û ekolojîk wê karibe me bigihîne jiyana civakî ya xwezayî. Yek ji mijarên sereke divê baş were ravekirin, alternatîfa polîtîk a gelan demokrasî ye. Ev ji bo destnîşankirina çareseriyê girîng e. Globalîzm, piyasa serbest a mal ku wek fetîşîzmekê pêşkêş dike, mîna alternatîfê bi tenê dixemilîne û datîne pêşiya me, ya rastîn bi vê yekê, dizek û desteserkerê berê ye. Emê jî bi vê zanebûnê, alternatîfa xwe ya demokratîk û ekolojîk hê jî rave bikin û ala jiyana xwe ya nû li ba bikin. Emê bi vê yekê, îdealên wekhevî û azadiyê yên di dîrokê de zêdetir rojane bi cih bînin û bijîn, di heman demê de emê îspat bikin ku hewldanên di vî warî de têk neçûne. Çawa ku di xwezayê de ti tişt tine nabe, ti nirx û bihayên ji bo civakê jî tine nabin û naçin.
Destpêkê nîzama malbatî ya jin-dayikê bû qurbana civaka hiyarerşîk. Di nav sîstem û civakê de ji beşên herî zordestî lê tê kirin, belkî di serî de jin tê. Ev pêvajoya ku beriya dîrokê hatiye jiyîn, di nav ilmên civakî de cih nagire, ev yek ji ber nirxên bi cihbûyî yên civaka serwer a mêr e. Jin hêdî hêdî tê kişandin nav civaka hîyarerşîk û taybetiyên xwe yên xurt ên civakî wenda dike. Ev di civakê de dij-şoreşeke bingehîn e. Em wexta li malbateke xizan a kedkar jî temaşe bikin û rewşa jinê hûr bikolin, emê bi awayekî balkêş û seyr, vê zordestî û xapandinê bi berfirehî bibînin. Bi sedemên pir piçûk û sivik, jin bi sedema namûs û evînê têne kuştin, ev mînak bi xwe jî nîşaneyeke biçûk e, eşkere dike ku bûyerên diqewimin çawa di bin serweriya mêr de ne. Eger ev pêvajo bi cudahiyên biyolojîk ên di navbera jin û mêr de bêne ravekirin, wê ev yekê şaşiyeke bingehîn be. Di têkiliyên civakî de rol û qanûnên biyolojîk derbas nabin. Pir zêde, mirov dikare ji ber taybetiyên nêr û mêbûnê têkiliyan binirxîne ku mijareke bi vî rengî ji bo hemû cinsan gengaz e. Ya rastîn, çanda jin-dayikê bi sedemên civakî ketiye bin tehekumê. Îdeolojî û zordariya tê meşandin bi tevahî ji ber vê yekê ye. Ravekirina mijarê bi ajoyên cinsî û derûnî, berûpaşkirineke xeternak e.
Statuya jinê ya ku bi sîstema hiyarerşîk dest pê kir heta neyê analîzkirin û ji hev neyê derxistin, ne dewlet û ne jî civaka çînî ku xwe dispêrên sîstema hiyarerşiyê, wê werin fêmkirin. Ji lewra mirov nikare ji yek mijarên bingehîn a xwe tê de xapandiye xilas bike. Jin, ne wek cinsekê, wek mirov ji civaka xwezayî tê veqetandin û bi koletiyeke berfireh tê mehkûmkirin. Hemû koletiyên din jî bi koletiya jinê ve girêdayî pêş dikevin. Lewma heta koletiya jinê ji hev neyê derxistin û neyê fêmkirin, wê koletiyên din jî ji hev neyên derxistin û neyên fêmkirin. Heta dawî li koletiya jinê neyê anîn, wê koletiyên din jî bi dawî nebin. Jina zana ya civaka xwezayî çanda xwedawenda dayik bi hezarê salan jiyaye. Nirx û bihaya ku her tim hatiye mezinkirin çanda xwedawenda dayik e. Eger wisa be; çandeke berfireh û demdirêj a civakê çawa hat tepisandin û îro bû bilbileke bi xemil û xêz a qefesê. Mêr dikarin li ser vê bilbilê dîn bibin, lê ew dîl û êsîr e. Heta dawî li vê dîlketina demdirêj û kûr neyê, ti sîstemên civakî nikarin behsa wekhevî û azadiyê bikin. Hikmê ku dibêje; asta jinê ya wekhevî û azadiyê, asta civakê ya di vî warî de destnîşan dike, rast e. Balkêş e, hê dîroka jinê bi rêkûpêk nehatiye nivisîn. Di ti ilmên civakî de cihê jinê rast nehatiye danîn. Yê ku herî dibêje; ez ji jinê re bi hurmet im jî, vê yekê bi qasî ku bi kêra arzû û xwestekên wî were, wek hikmekî qebûl dike. Îro jî jin, ji bilî aliyê xwe yê cinsî wek dosteke mirov ji aliyê ti mêrî ve nehatiye pejirandin. Ji bo peydakirina mêrekî ji vê qonaxê derbasbûyî û yan jî afirandina mêrekî bi vî awayî, gaveke bingehîn e, bi aliyê azadiyê ve hatiye avêtin. Ezê vê mijarê hê jî analîz bikim û hewl bidim hê zêdetir hûrûkûr li ser rawestim.
Qasî malbata di bin rêveberiya mêr de ti koletiyeke daîmî û kûr nehatiye dîtin. Ev tespîtek e, hemû sosyologên navdar li ser hemfikir in. Ji bo mirov asta koletiyê ya civakê analîz bike, ji sedî sed divê mirov asta koletiyê ya jinê bi awayekî berfireh çareser bike. Jin ne tenê ji aliyê mejî û kiryaran ve hewce hatiye kirin, di heman demê de hemû hisên wê, tevgerên wê yên bedenî, nîzama dengê wê, lixwekirin û vexwarina wê jî bi koletiyê re têkildar hatiye kirin. Xelek bi poz, guh, zend û lingên wê ve hatine kirin. Ev sembolên zincîra koletiyê ne. Di serdema navîn de kembera bakîretiyê jî bi jinê ve tê kirin. Têgihîştineke yekalî ya namûs û exlaq tê pejirandin. Ji aliyê îdeolojîk ve jinê tine dikin. Hemû nirx û biha ji destên wê têne girtin û wê dixin rewşa mal û milk. Bi qelen û next tê wezinandin.
Koletiya jinê ku çavkaniya wê civaka Sumeran e, mijarek e, hê dest pê nehatiye kirin. Hewcebûna bi civaka hiyarerşîk dest pê kir, di perestgehên rahîban re hat derbaskirin û xistin holika mêr, bi vî awayî bi statuya herî giran bi dawî kirin. Ji wê demê û vir ve, statuya ku pêş de birine ev e. Mijara bingehîn a wêje, exlaq û perwerdeyê her jin bû û dianîn ziman ku jinek bi hemû his û tevgerên xwe çawa dikare ji mêrê xwe re xizmetê bike. Koleyê mêr bi berhemê zêde yê bi dest dixistî û hêza xwe ya milan, statuya xwe destnîşan dikir. Koletiyeke naveroka wê aborî bû zêdetir derdiket pêş. Lê jinê bi hemû beden, ruh û fikra wê dikin kole. Eger hûn mêrekî kole serbest bikin dikare bibe mirovekî azad, lê hûn jinekê serbest bikin, wê biçe koletiyeke hê xirabtir. Ev rastî bi xwe, koletiyeke kûr nîşan dide. Çavdêrekî baş dema li jinê temaşe bike, bi hêsanî dikare bibîne, jin çawa bi her awayî li gorî daxwazên mêr hatiye hûnandin û reng dayînê. Ji dengê wê heta meşa wê, ji nêrtina wê heta rûniştina wê, wek bibêje; “ez hatim qedandin”. Li ser koletiya jinê analîz nehatine kirin, yek ji sedemên bingehîn ê vê rastiyê, çilekiya mêr û ruhê wî yê tatmînkar ê dîktator e. Prototîpa qral-xwedayên di civakê de, efendiyê jinê mêrê li malê ye. Ew ne tenê zilamek e, ew xweda-mêr e. Ev taybetiya mêr bêyî ku biguhere, bandora wê heta roja me ya îro hatiye.
Zordestî û îstîsmara herî kevin a li ser jinê jî her ku derdikeve holê, pirsgirêka jinê dibe tam krîzeke mezin. Jin her ku xwe nas dike, bi sedema piçûk hatiye xistin bi hêrs radibe û dibe yek ji hebûna bi tesîr a kaosê gurr dike. Ji hev vebûn û verşîna pirsgirêka jinê, wê ji hev vebûna civakê û ji hevbûna civakê jî wê ji hevbûn û verşîna sîstemê bi xwe re bîne.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 1160
RÊBER APO
Tiştê ez behsa xeyalên xwe yên zarokatiyê dikim; tiştên baş hizirandin, tiştên baş têgihiştin her demê xwezayî, yê tê hezkirin, hevaltî û aştî hêvîkirin bû. Xeyalên zarokatiyê kêm zêde wiha tê diyarkirin. Zarok biharê dixwaze, tiştê şêrîn dixwaze, hezkirinê dixwaze, aştiyê dixwaze, pêwendiyê dixwaze bi kurtayî dinyayeke xeyalî dixwaze. Rewşeke me ya ku em ji bo bigihîn dinyayeke wiha, me jiyana xwe danî holê. Wateya xiyanet nekirina li xeyalên xwe yên zarokatiyê afirandina dinyayeke ji dijmintiyê ferz kirinê û her cure kirêtiyê ku xwe rizgar kiriye, her kesek weke zarokan şad kêfxweş e, hev weke dijmin nabîne, her dem aştî û hezkirinê dijî ye. Xeyal ev in. Wê demê jî ev xeyal hebûn, niha jî hene. Lê belê ev xeyal bi tekoşînê her diçe bi şerekî dijwar ve tê bidestxistin. Wateya xiyanetnekirina xeyalên xwe jênegerîna dinyayeke wiha ye.
Tekoşîna min û kesayeta min a ji wê rojê hetanî niha ku min pêş xistiye dadîtine holê ku, ez bi tundî xeyalên xwe dişopînim, ev jî şêwazeke baş e. Kesayetên ku xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekirine, kesayetên bihêz in. Hindek ji van mirovên zanist, hindek mirovên çalakiya şoreşgerî, hindek jî dibin hunermend. Kê çi qasî xeyalên xwe yên zarokatiyê rasteqîn bijî ew kesayet ew qasî mezin dibe. Ez dikarim bi dilrihetî diyar bikim, xiyanet nekirina min a zarokatiyê ez birime milîtaniya şoreşgerî ya berfireh. Ji ber ku xeyal, hêvî, azwerî û xwestekên wê demê dest jê nehate berdan û gav bi gav azwerî û hêza pêkanîna vê hate bidest xistin. Ango hindekî din zanistî bû. Hindekî ev dinya hate naskirin. Neçariya bi nakokî û rastiya xwe ve ferzkirina çareseriya şoreşgerî derkete holê. Xeyalên zaroktiyê di cihekî de tenê bi hembêzkirina şoreşê ve tê bidestxistin. Şoreş jî hindekî amrazekî herî bingehîn a gihiştina xeyalên zaroktiyê ye. Ji ber vê jî şêweyê jiyana şoreşgerî şêweyê jiyaneke zarokatiyê ye.
Em hindekî jî weke zarokan in. Ji ber ku em bi xeyalên wan ve dagirtî dijîn. Wê demê jî wiha bû û niha jî bi vî rengî ye. Cihêbûna di navberê de niha em bi rastiyên dijwartir re di nava hev de ne, di nava tekoşîn û şerekî berfireh de ne. Lê belê xeyal dîsa ew xeyal in. Hindekî din serkeftin heye, hindekî qezencekî rastî mijara gotinê ye. Tê wê wateyê ku me ji zarokatiyê pê ve jiyan rast bi dest girt, ji bo xeyalên zarokatiyê bi tundî giredaniya me bi hemû hêza xwe ve hembêzkirina me ya wan xeyalan, sedemeke herî girîng a din ku me hêz qezenckiriye û em di riya rast de ne. Me xiyanet nekir, em rast, cewherî û paqij man. Lê belê em rasteqîn bûn. Me xwe tenê bi xeyalan têr nedît. Bi hewildaneke mezin ve em ber bi tekoşînê ve çûn. Ev jî nîşan dide ku em ji zarokbûnê dûr ketin û mezin bûn. Me ev jî di dema wê de raber kir. Di encam de me dinya herî baş, têkîliyên herî baş bi kurtayî girêdaniya mezin a doza gihiştina jiyana azad wiha fêm kir û wiha jiya. Em kar dikin ku vê ji bo civakeke mezin û mirovahiyê pêk bînin.
Çîroka Min Çîroka Herkesekî Ye
Bêguman pêwîste ev pêvajoya deh salan bi hemû aliyên xwe ve di çîrokê de yan jî di romanê de were vegotin. Lê belê em werin berî wê. Gelo serkêşê romanê bi şensekî ve yan jî bi bêşensiyekê ve rûbirû ma? Yan jî gelo hewildaneke gelekî bi plan û bi zanebûn dest pê kir?
Di rastiya Kurd de bi taybetî jî di bûyera afirandina hestan de wendakirineke mezin tê jiyîn. Di vê xalê de li pey hev ev tespît pêş xistin ne zehmet e. Di têkîliyên jin û zilam de kevneşopî serdest e. Her kesek dikeve bin serdestiya vê. Serkêşê me yê romanê hindekî biguman li vê temaşe dike û bi metirsî lê temaşe dike. Bi hêsanî weke pez stûyê xwe naxe bin kêrê. Ev piştre ji aliyê rizgarkirina hestan de girîngiyeke mezin rave dike. Lê belê ew nirxên civaka bûrjûva ku bilind dibe, bi destên nokerên, di Kurdistanê de ev tişt gihandina raveyeke gelekî xwedî hêz dihêle ku ev kesayet zêdetir xwe bigre hundirê xwe. Ew xwe di nava neçariyeke mezin de dibîne. Ev çewisandina hestan dihêle ku ew bigihê komeke şoreşger. Di vir de bandor hetanî dawiyê pêşçav e.
Serkêşê romanê bi navê welat û gel; heta bi navê azadiya jinê xwe ji bo mêrxasiyê amade dike. Wê demê dibêje; “Kê derdikeve hemberî min bila derbikeve, dibe gelekî binakok be, dibe gelekî bi aheng be dîsa jî ezê derbikevime serî.” Heta di vê mijarê de hindekî jî çavtarî ye, ji ketina nava helwestekê ku aliyê wê yê hest zêdetire jî natirse. Lê belê di vir de bingehê polîtîk gelekî girîng e. Ji bo hest diwêre, lê belê zemînê ku pêlê dike, misoger polîtîk e. Ger hûn dixwazin teqez ji vê encamê derbixin, divê hûn bi pirsên weke di bingehê ku tiştên me ji aliyê hestan de kiriye, tê de polîtîka heye yan jî nîne? Gelo zemînê polîtîk gelekî cidiye û gelekî girêdayî ye? Xwe lêpirsîn bikin, serkêşê me di vê mijarê de ji xwe bawer e. Dibêje; “Ez bimirim jî dest ji vê zemînê bernadim.” Ji ber wê jî hember dixwaze bi ku ve bibe bila bibe ew li ser pîvanên xwe serdest e. Dîve hest çavan kor neke, ji zemîn qut neke. Bi temamî xizmeta wê bike. Pêwîste em vê hestê lêkolîn bikin, ji bo rastiya gelê Rojhilata Navîn jî ev gelekî girîng e. Serkêşê me yê romanê her diçe dixwaze kûr bibe û hesta azadiya pîroz bidest bixe.
Em dixwazin wateyê bidin rewşa malbata Kurd di roja me de ya biêş û hilweşiyaye, xiyaneta wê ya welat û mirovahiyê ew asta wê ya ku dijberî azadiyê û hemû diyardeyên jiyanê ye, ya ku gelekî kirêt dike, neçar dike ger gengaz be em dixwazin ji vê re riya rizgariyê peyda bikin. Em dixwazin bi feraseta namûsê ya ku hatiye berovajîkirin, pê pênaseyekî û naverokekî bidin qezenckirin. Em dixwazin ji bo ku jiyan xweşik bi pêş bikeve piştgiriyê bidin. Gelo di vê wateyê de serkêşê me yê romanê dikare ji bo van hemû tiştan bibe bersiv? Gelo gavên ku diavêje di cihê xwe de ne? Lêkolîneke mezin ji bo van pêwîst e. Ji ber ku dixwaze piştî ketineke mezin bi destpêkirina jiyanê ve bilindbûnê bi dest bixe. Vê gavê di nava serûbinbûna mezin a welat de tê xwestin ev yek were pêkanîn. Ev vediguhere şerekî mezin. Tê xwestin ku rêya jiyanê were peydakirin. Nedîtin û nebihîstina wê tê wateya rewşekê ji kor û kerekî hîn xirabtir jiyînê. Gelo di vê wateyê de silav dayîna jiyanê, rêzgirtina jiyanê, ma bi namûsê tê kirin? Gelo ma serkêşê me di vê mijarê de rastî rûxmî hemû zehmetiyan fêm kiriye? Em vê lêpirsîn dikin. Bila kesek vê ji rêzê nebîne û teqez fêm bike. Ji ber ku di vê çîrokê de çîroka her kesekî veşartî ye.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 855
Rêber Apo
Silav ji gelên Rojhilata Navîn û ji yên Asyaya Navîn re, ku bi tifaqeke herî mezin vê roja berxwedanê û roja vejînê bi hev re pîroz dikin…!
Silav ji gelên bira re, ku bi coşeke mezin, bi ruhê demokrasiyê û di nav xweşbîniyeke mezin de, Newroza serdema roja nû, û bi ronahiya rojên nû, bi hev re pîroz dikin…!
Silav ji rêwiyên rêya pîroz re, yên ku rêya mafên demokrasiyê û rêya azadî û wekheviyê ji xwe re kirine armanca jiyanê…!
Gelê Kurd ê ku yek ji gelên herî kevnar ê ji quntarên Zagros û yên Torosê, heta geliyên rûbarên Dîcle û Firatê; ji xakên pîroz ên Mezopotamya û Anatolyayê, heta şaristaniya gund û bajarvaniyê dayiktî kiriyê, silav ji bo we…!
Ji bo gelê Kurd ê ev şaristaniya herî kevnar a hezar salan, bi nîjad, ol û mezheban re bi biratî û dostanî pêkve jiyane, pêkve ava kirine, rûbarê Dîcle û Firatê birayê Sakarya û Merîçê ne. Çiyayê Agirî û Cûdî dostê çiyayê Kaçkar û Erciyesê ye. Govend û delîlo, xizmê Horon û Zeybekê ye.
Ev medeniyeta mezin û civakên bira, bi zextên siyasî, bi mudaxeleyên derve, berjewendiyên komikan xwestine berdin hev, hatiye xwestin ku nîzamên ku huqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin werin avakirin.
Emperyalîzma Rojavayî, di vî dused salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi mudaxeleyên xwe yên derve, xwestin di nav civakên Rojhilata Navîn de hişmendiya dewleta netewe pêş bixin. Ji bo vê jî, di nav civakan de tixûbên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixûban de bi avakirina îktîdarên çewsîner û redkar, xwestin destê civakên heremê yên Ereb, Fars, Tirk û Kurdan bikin qirika hev dû re.
‘Serdema ferasetên mijoker û redkar bi dawî bûye’
Serdema ferasetên, mijokdar, redkar û çewsîner bi dawî bû ye. Civakên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn şiyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor û yên bera hevdû didin re dibêjin, bes e.
Bi sed hezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibe û qadan têr û tijî dikin edî biratiyê dixwazin, çareseriyê dixwazin.
Ev têkoşîn ku bi serhildana min a şexsî, di destpêkê de li hemberî bêçaretiyê, nezanî û koletiyê em di nav de hatin dunyayê dest pê kir, xwedî vê armancê bû ku li hemberî her cure ferzkirinan hişmendî, feraset û ruhekî ava bike. Ez îro dibînim ku ev qîrîna min gihiştiye astekê.
Şerê me, ne li hember tu etnîsîte, ol, mezheb an jî komekê pêk nehatiye, pêk nayê. Şerê me, li hember çewisandin, nezanî, neheqî, paşdehiştin û her cure zextan bû.
Em îro edî, bi Tirkiyeke nû, Rojhilata Navîneke nû û bi dahatûyeke ve şiyar dibin. Ciwanên ku bangawaziya min hembêz dikin, jinên pîroz ên peyama min di dilê xwe de bi cih dikin, dostên ku dibêjin gotinên te li ser, ser û çavan qebûl dike, mirovên min guhdarî dikin;
Gelê Tirkiyeyê yê Rêzdar;
Bila gelê Tirk ê îro di Anatolyaya qedîm de wek Tirkiyeyê dijî zanibe ku ev hezar sal e jiyana wan a hevpar a bi Kurdan di bin ala Îslamê de xwe dispêre huqûqa biratî û piştevaniyê. Di rastiyê de di vê huqûqa biratiyê de fetih, înkar, red, pişaftina bi darê zorê û tunekirin nîn e, divê nîn be.
Polîtîkayên sedsalên dawî yên zext, tunekirin û asîmîlasyonê yên xwe dispêrin modernîteya kapîtalîst; hewldanên elîteke desthilatdar a bijarker ya teng ku tevayî dîrok û huqûqa biratiyê înkar dike îfade dike. ji bo em ji vê cendereya zilmê ku di roja me de pir baş derketiye holê ku berejavî dîrok û huqûqa biratiyê ye derketina hevpar bikin wek du hêzên stratejik ên bingehîn ên Rojhilata Navîn ez bang dikim ku em li gorî çand û şaristaniyên xwe modernîteya xwe ya demokratik ava bikin.
Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn li modernîteyeke modern û nîzameke demokratîk a li gorî dîroka xwe. Lêgerîna modeleke nû ya ku wê herkes bi awayekî azad û bi biratî di nav hev de bijî bi qasî nan û avê bûye pêwîstiyek e nesnel. Ji vê modelê re careke din ku erdnîgariya Anatolya û Mezoptamyayê, dem û çanda wê pêşengiyê bike û ava bike tiştekî bivênevê ye.
Em mîna di dema nêz de di çarçoveya Mîsak-î Mîllî de di pêşengiya Tirk û Kurdan Şerê Rizgariya Mîllî pêk hat, hîn rojanetir, tevlihev û kûrbûyî pêvajoyekê dijîn. Li gel tevayî kêmasî û şaşiyên 90 salên dawî, careke din gelên bindest û yên hatine mexdûrkirin, bi felaketên mezin re rûbirû hatine hiştin, çîn û çandan jî digirin rex xwe û hewl didin ku modeleke nû ava bikin.
Bangawaziya min ew e ku, Kurd, Tirkmen, Asûrî û Ereb ên bi awayekî dijberî Misak-Mîllî hatin parçe kirin û di roja me de di Komara Ereb a Iraq û Sûriyeyê de di pirsgirêkên giran û şeran de mehkûmî jiyanê hatine kirin, li ser esasen “Konferansa Piştevaniya Mîllî û Aştiyê” de rastiyên xwe nîqaş bikin, bigihîjîn zanebûnê û biryardariyê.
Li hemberî kesên me parçe bikin û dixwazin me bi hev dû re bidin şerkirin em ê bibin yek. Li hemberî yên dixwazin me ji hev dû qut bikin em ê bibin yek. Ên ku nikarin ruhê demê bixwînin diçin sergoya dîrokê. Yên li hember herîkina avê li ber xwe didin, ber bi kendalê ve diçin.
Gelên herêmê şahidiyê ji berbangên nû re dikin. Gelên Rojhilata Navîn, ku ji şer, pevçûn, parçebûyînan westiyane, dixwazin edî li ser kok û rehên xwe, ji nû ve şîn bibin, û mil bi mil rabin ser piyan.
Ev Newroz ji bo me hemûyan mizgîniyek e. Heqîqetên di peyamên Hz. Musa, Hz. Îsa û Hz. Muhammed de, îro bi mizgîniyên nû derbasî jiyanê dibin. Mirovatî hewl dide ku tiştên wenda kirine ji nû ve bi dest bixe.
Em nirxên şaristaniya modern a Rojava bi temamî red nakin. Em nirxên wê yên rewşenger, wekhev, azad û demokratîk werdigirin, bi nirxên xwe re, bi formen xwe yên jiyana gerdûnî re sentez dikin û jiyanî dikin. Bingeha têkoşîna nû fikir, bîrdozî û siyaseta demokratik e, pêngaveke mezin a demokratîk dide destpêkirin.
Silav ji wan re, yên ku hêz didin vê pêvajoyê, yên ku piştgiriyê didin çareseriya demokratîk û aştiyê!
Silav ji wan re, yên ku ji bo biratiya gelan, wekhevî û azadiya wan demokratik berpirsiyartî girtine ser milên xwe.
Bijî Newroz, Bijî Biratiya Gelan
Zîndana Îmrali
21 ADAR 2013
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 864
RÊBER APO
Va di 25 salan de, hemû Newrozên di PKK’ê de weke salên lêgerîn û hevdîtinê dema em tînin ser ziman behsa vana dikin. Berxwedaniya pîroz, şerê meyê vejînê, Newroza xweya 25. jî, bi serkeftineke mezin hêzekî pêşwazî kirinê daye nîşandan. Ketina mezin a dîrokî bi hilweşîna Medan re ger em destpê bikin, di rastiyê de ev şehristaniyeke Mezopotamya yê bû weke ketina li pişt 2500 salan, dibe ku hema hema weke wê, ango her salekî wê sedsalekê dîtin ev 25 sal birastî jî vejîneke û gelek nêzîkê xilasiyê dibê ye. Heger ku em bi berfirehî liser vêna bihizirin, bizanin ku em ji kuderê hatine û em ketine rewşekî çawa, pêwîste em çawa bin ve girêdayî encaman derbixînin holê û em dikarin biryara çibikin bikaribin bidin, wê were dîtin ku jiyana ku behsa wê têkirin ji mirinê xiraptire û ger emê tevlî mirovahiya xwe bibin, ew nasname ya me ya azad a ku bi axê re bûye yek; bêhnekî wê ya bi sînor jî çiqas bi nîrxe mîsogerekî wê were sipaskirin. Ji wêna jî wirdetir, bi minneteke mezin di destpêkê de şehîd, hemû kesên ku divan salan de dinava berxwedaniyeke watedar de ne, di destpêkê de şehîdê meyê mezin ê Newrozê Mazlum Doxan, Zekiye, Rehşan, Ronahî, Bêrîvanan ew şehadetên wan ên mezin û hema hema her sal ew Serhildan û raperînên me yên pîroz ku çêdibin, di salên 1990 Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Licê, Wan û her çû belavê hemû bajar û gundên Kurdistanê bûn, şehîdên wê jî di cewherê vê Newrozê de bicîhbikin, emê bibînin ku jiyan bi çi şêweyên din fêmkirin, şer jî bi şêweyek ciyewaztir pêwîste were dîtin. Pêwîste hertim liser van 25 salan were sekinandin û ders jê were derxistin. Û ger hebe îdaya me ya mirovahiyê, birastî jî em dixwazin ji bo liser axa dayîk jiyan bikin jêre hêz bînin, heger ku em dixwazin vêna ji dil û bi vîn serbixin, bi rastî jî van salan ji xwe re kirina salên xwe ji nuve avakirin, afirandin, windabûyîn, tiştekî hatiye windakirin, hema hema salên dîtina her tiştê ku hatiye windakirin pêwîste em destbigrin û bi nîrxînin. ji hizrînekî cewherî em bigrin heya bêhn dayîn û standineke azadiyê jî, ev şer di bingehde ev hewldaneke dawiyê pêwîste were dîtin.
Ger wê jiyanek bibe wê azad be
Divê wateyê de PKK, bûyere kî vejînê, bûyerekî roja nû û bûyera Newrozekî ye. Vala vala me ji îro de dest bi PKK’ê nekir. Ji xwere sonda ezê wê dirûst bibim dayîn e. Di deme kî ti hêvî jî nemabû jî, pê bawerkirin, ti şansekî wê nebe jî gotina ‘ez, wê ji bo vê nasnameyê û ji bo vê sondê jiyanbikim, ger were xwestin ezê şer jî bikim’ cewherê vi karî eve. Bi şêweye kî dîtir nabe. Wê rojê weke niha di bîra min de ye: di paytexta dijmin de, di serdemeke ciwan seranser, bê îddîa û rûberûyê daqurtînê de bûn, dîsa bi hemû derfetên balkêş ên dijmin re dema rûberûbûn û di ti tiştekî de jî ne hêjayî eleqeyekî ewqas paşverubû, xilas bûbû, di rojekî wiha de min tercîhek kir. Ji derfetên jiyana dagirkeriya tunekirinê ra min got na. Bê hêvî, bê derfet û heta hêviya azadiyê ku ne gengaz bû pêk were, heya kesên endam jî pê ne bawer, dibe ku bi her tiştekî bawer dikirin lê wate nedayîna vê pêngavê ger em destpê bikin wê çi bibe? Va me vê biryarê da. Di cîhan û dîrokê de dibe ku wekî vêna nehatibe dîtin. Yek du peyv jî be, me got axa dayîkî û jiyanekî bi nasname. Dîsa me got ger wê jiyanek hebe wê azad be. Û me dest bi şerê hêviya mezin ku hemû kes dişopînin kir. Vê dîrokê, bê guman ne gengaze ku bi xîtabeke were ziman. Van 25 salan ger gengaz be hertimî lêkolînkirin, herdiçe qasî teoriya wê kur kirinê derxistina holê jî di destpêka xwede jî vîne kî wê yê bi hêz hebû, derbirîna wê ya siyasî çiye? Jiyana ku dixwaze pêşxîne, di zimanê leşkerî de derbirîna xwe çiye? Çi çêdike? ev pirs û pirsên weke vana bi hemû aliyên xwe, yek na, pêwîste hezar daîre were xetkirin, hîn kûr û her diçe vêna bi şêweyekî tê bilindkirin de fêmkirin, bi van salan mezinbûyîn, pêwîste bi van salan ji nû de were avakirin. Rastiya Rêbertî, bûyera rastiya PKK’ê jî bi temamî ev e. Van salane, ev rojên hemdemî yên Kurdistinê, ya PKK; dema her tişt xilas bûbû, navê wê jî ne mayî de, weke çareseriyekî dawiyê, ger wê hebe mirovatiyekî me, ger wê nasnameya me jiyan bike, wê gengaz be xilasiya me, ji beriya hertiştê tevgera vêna guftûgo kirinê ye. Hîn li piştre, ger gengaz be çûyîna biryarekî, ji wêna jî wirdetir vînekî, şerekî û gelo! Tevgerekî em dikarin rê li pêşiya hewldanekî wiha vekin e.
Zagona Herî Mezin Vîna Jiyana Azad e
Bi rastî jî PKK partiya Newrozê ye. Partiya xwîna ber bi jiyanê ve dimeşe ye. Ji bo vejînê di xwezaya xwede tiştek hebe, hewldaneke ji bo keskbûyîna wê, kûlîlkbûna wê ye. Yek jî divan rojên Newrozê de bahozên tund hene. Carna kulîlkan jî di perçîqîne, di îdayekî fêkî jî xirabike û tovê wê bi şewitîne ye, ewna qey dihindir mede nîne? Heye. Qey em hindik destûr didin ji bo tovên vejînê werin şewitîn. Em kêm xiradikin û di şewitînin. Çiqas di cîh deye PKK partiya Newrozê ye, çiqas jiyanî ye, çiqas vekiriye, lê dîroka wê, rojane bûyîna wê jî xirakirin û şewitandina wê çiqas raste! Weke ku rastiya wê heye vêna pejirandin jî hîn rastire. Me hertimî bi vêna bawerkir û vêna got: çi zagon ne xwedî hêzekî liser vîna jiyana azad re ye. Me liser vê bingehê jî tekoşîn da meşandin. Îro ev pêşketinên ku tên jiyankirin jî didin nîşandan ku, yê serdikeve di her aliyekî xwede nebe jî eve. Mezopotamya dîrokek û welatekî azadiyê ye.
Zagonên dewletê, zagonên mirinê ye. Van zagonên xwe bi herî zilamên xwe ên xurt her roj bi xwîn dayîna verişandinê re pêk dianîn. Qasî zagonên dijmin ên mirinê yek jî zagona xayînan, ên azadiyê qet nasnakin, ên rizîne, yên nebûne pêgirê xwe, yên xwe pênasenekirine, yên nebûne xwediyê prensîbek û vînekî azad yê kesên heşifî, meymûnan jî heye. Yekdin jî zagona bûkalemûnan heye. Ev zagona, yên şêlû, li hember herî armancên pîroz jî tucaran nayên rastiyê ne. Ji xwe ew pir bi bawerbûn ji van zagonên xwe. Ango bi awayek vekirî zagona komkujiyan, zagona xayîn, ketî, heşifî û bûkalemûn li hember mebû. Me jî got, li hember vana hemûyan pêwîste zagona azadiyê hebe. Û me di van salan de vê zagonê sepand. Em dibînin ku ev zagon herî zagona xurt e. Bi taybet ew zagona Komara Tirkiyê ku dihat bilêvkirin ku tucaran xera nabe, dest nayê dayîn, nayê nîqaşkirin, heya yên ku tenê bi niyetek weha jî di fikirin ku digotin wê kelexê wan biçe ew zagonên wan ên weke zirxî em tenê bi vêna kunkirinê ra bi sînor neman, me vêna qet bi qetkir û ji hev jî belavkir. Yên xayînan jî bi heman şêweyê ye. Me vê zagonê liser serê wan kir bela. Ketin rewşekî bi êş de. Bi kesayetên şêlu encex qasî spihek nîrxên xwe hebe, min derxist holê. Dinava darê azadiyê de ev kurmikên ku hene bi zagonên wan re em vana perîşan dikîn. Ev na karên xweşîk in. Ev, vekirîbûn ji zagona jiyana azad re dide qezençkirin. Min tucaran peyvên xemilî bikarneani ye, min xal xal zagonan rêznekir. Di Mezopotamya de zagona Hamurabî heye. Tê zanîn ku yê herî di serî de zagona Asur daniye ewe. Zagonên xofdarin. Di dîrokê de zagon liser van axan za. Bingihên wê ên destpêkê li vir hatine avêtin, binavê desthilatdaran, binavê şehristaniyê. Bêguman şervanên azadiyê jî liser van axan hebûn. Dema Împeretoriya herî hişk a Asûran di dema koledariyê de hate ruxandin, ne tenê yên Kurdan, azadiya tevahî gelan û gelê Asûr jî dinavde destpêkir. Divê wateyê de Mezopotamya welatek û dîrokek ê azadiyê ye jî. Ji Kawayê Hesinkar heya Mazluman gelek şervanên azadiyê yên pîroz hene. Em ji Halacî Mansuran bigrin Pîr Sultanan, heya li Sêwasê Nesîmiyê ku hatiye şewitandin jî ev hemû şervanên azadiyê yên van axanin. Lê belê di şexsê KT’yê de a herî dawî xwe aniye ziman zagonên wan ê bêrehm jî hene. Evana dinav şerekî mezindene. Me divê şerî de cihê xwe baş bi rêxistin kir. Li aliyê berxwedaniya gelan cih girtin û girêdayê zagonên wan ên azadiyê mayîne. Bi mirovahiyê re ji vir de ew jiyana azad a destpêkirî û jivê dergûşa azadiyê re carekdin şahidîkirin û girêdayî mayîne.
Ev, ji mere gelek balkêş hat û me anî vê rojê. Em gelek kêfxweşin, em dinava pîrozbahiyek rastdene. Dema me dest bi vî karî kir, me gotibû ‘ji vêna û şûnde hemû roj Newroze’. Û bi rastî jî divan 25 salan de hemû roj bû rojên bi Newroz. Me sonda xwe ne cût.
Lêbelê ew êşên ku zaliman sepandin û êşkence jî hebûn. Xirakirin û şewitandin hebûn. Şewitandin, mirovên pîroz. Bi hemû cureyên teknîkê, bi çekan û bi êşkenceyan şewitandin. Va dile me dibêje ku, wê çawa xwedî li bîranîna van mirovên hatine şewitandin were derketin? PKK hêza vêna ya tolhildanê ye. Zekiyeyan, Zîlanan, Ronahiyan dema dibin şehîdên mezin ê van rojan, di rastiyê de ji bo pirsa wê jiyana azad çawa were jiyankirin re ji bo xwe bigihînin vana em jî, gotin û wesiyeta wan fêmdikin.
Divê wate yê de Newroz herî kûrbûnek bi hêz, li hember hemû şeran li berxwe dide û qasî serbikeve jî tundbûyîn e. Lê dinêre fêmdike, dimeşe dike, li pişt wê ra jî serkeftin tê. Di PKK’ê de şervan afirandin karek xweşîke. Ev hemû ne weke ew gotinên hûn hertim dubare dikine, ji gotinê jî wirdetir ez dikevim cewherê wê. Bi giştî rojane xilaskirin na, vîne kî qasî destpêk û dawiya mirovan bike yek, ez gelek ji karê mirov dayîna afirandinê hezdikim. Felsefeya vêna çawa çêdibe? Yê dixwaze dikare binivîse û dikare felsefeya xwe ji vê derxîne. Yê dixwaze dikare siyaseta xwe, zanistiya xwe ya leşkerî, hunera xwe, yê dixwaze estetîka xwe dikare ji vir derxînin, her tişt di têda heye. Ev zêdetir eleqeder dike û em hevgirtina hemûyan çêdikin. Hûn ên ku xwe PKK’yî dibînin, heya ên xwe di asta artêşek de jî dibînin, ez ji vênare rêz didim û piştgirîyek xurt jî didim. Lê ez xemgînim ji bo rewşa we. Jiber ku hûn hîn ne hatine asta gotina kar jî. Ew rastiya rihê mezin li ku derê ye, yek jî ew destûrdayîna we ji bo dijmin ku ew xwe liser we dayîna meşandin. Ji xwe ez ji van keçên ciwan, gumana min ji ew dilsoziya we a bi PKK’ê va nîne. Gumanê min ji bo xwe dayîna we ya azadiyê jî nîne. Lê bêlê ji ew zagonên cinsî ên azadiya xwe ji zû de hatiye xilaskirin bê agahîbûyîn, ji şerê çînî, ji şerê netewî û gelo ji şerê mirovê xweşîk dûr mayîn ku di encam de gelek minakên xwe jî hene we ji jinekî kolanan an jî jinek cariye zêdetir teslîmkar nake? Tê wê wateyê ku kêmahî hene.
Gelek caran bangawaziyên me çêdibin. Hûn wisa dizanin ku em jî cambazê peyvanin. Weke ku hûn dibînin nîne, birastî jî wisa nayê ser ziman. Di rastiya me de bi ricakirinan re ji bo armancên biçûk bi rişwet mirov qezençkirin nîne. Di rastiya min de ev nîne. Di rastiya min de weke Newrozê zayînekî amadekiriye li hember dayîk jî seknek heye. Çiye? Dayê tu bivê rewşa xwe li pêşiya jiyanê dibî kelem, bisekine! Te anîne rewşekî kelembûyînê. Ji pêşiya min rabe! Ez mirovekî naskirinek mezin a jiyanê min daye afirandinim. Yê ev ji xwere esas girtî, êdî xwe ji civakê qutkirîbû. Navê me bi bêbeniyê jî derketibû. Lê ji bo ez hemû xelekên xwe bi stûna mirovahiyê ya sexlem re girê bidim min hemû hêza xwe bikaranî. Tenê demekê jî be, di asta peyvek de be jî ji ewa mirovane ez dûr nemam. Min eleqeyek gelek mezin da. Lê min çi dît? Hertim derew, şaş, hertim kirêtî û hertimî hewldidin ku bi xapînin. Ji bo vê hindek navên min ê ku li xwe kiriye heye. Na xapîne û nayê xapandin. Derewan guhdar nake, derew jî nake. Kirêtiyê na pejirîne, xwe bi awayek kirêt jî nade jiyankirin. Nêzê binkeftinê nabe, binkeftinê jî na pejirîne. Min vana di xwede ewqas da rûnîşkandin ku hûn dibînin hindek tişt bûye, dibe û wê bibe jî. Em dixwazin vêna parve bikin. Weke ku hûn dibînin, hûn parvekirinê qasî dizekî jî nikarin pêkbînin. Hûn ew xayînên dinava mede, ew dizên xiyanetê ku dinav mede jî nabînin. Hûn milîtanin. Çiqas ji bo partî û artêş tê xwastin ewqas, çiqasî ji bo gel jî tê xwastin ewqas, çiqas li hember dijmin bûyîn pêwîst be ewqas. Çiqas mafê we be ewqas. Ev sosyalîzm e. Ev qasî ku paşeroja mirovahiyê ye, ewqas jî pêşeroja wê ye. Liser vê bingehê ev Newroza PKK’yî ya pîroz, bi serkeftî li we hemû milîtanên me yên hêja, li gelê xwe pîroz dikim. Silav dikim û hezkirinê xwe pêşkêş dikim.
21 Adar 1998
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 1067
Rêber Apo
Şoreşa me şoreşeke rêzgirtina cewherê mirov û girêdayî mayîna bi xwezayiya mirov li dijberbûna ew hêmanên ku pêşiya vêdigrin e. Riya çareseriya siyasî û leşkerî ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî civakî û aborî ye. Li gel me riya jiyana xwezayî ji hemû aliyan ve hatiye qutkirin. Wê demê şoreşa me şoreşa vekirina riya pêşketina xwezayî ye û çareserkirina wê ye. Nexwe dê şoreş bibe bûyereke tolhildanê û xwînrijandinê, ne bi vî rengî berdewamkirina me ya vî tiştî gengaz e, ne jî xwînrijandin bi vê şêwazê encam dide. Di vê rewşê de şoreş dê bi lez ji rê derbikeve û tune bibe. Dijwariya kor ku dijmin ferz dike jî ji bo vê hindekî rê vekirine. Nêzîkbûna me ya ji bo hemû pirsgirêkan em bikaribin çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên me yên jiyanî bibînin e. Rêxistinkirin, têkoşîna siyasî û her cureyê xebatên leşkerî ji pirsgirêkên jiyana mirovan re ku gelekî giran in re û ji bo derfetên pêşketinê re em bikaribin hindekî hêz ava bikin.
Jixwe asta leşkerî ya rastiya civaka me û gelê me qet nîne. Asta wê ya siyasî jî xayînî ye. Ji pêşketina civakî ya gelê me behskirin zehmet e. Bi civakbûn û netewbûnê ve di nava dijmin de helandin heye. Ji aliyê aborî de mirov nikare behsa aboriyeke talanê jî bike. Li ser vê bingehê şopek ji têkîliya di navbera zayendan de jî nîne. Hun di vir de nikarin ne li gor ol, ne li gor pêşketina hemdemî û ne jî li gor têkîliyan çareseriyekê peyda bikin. Ev bi kûraniya dagirkeriyê ve girêdayî ye. Me ev yek tespît kir. Me li xebatên xwe yên pratîkî çareseriyê vê pirsgirêkê jî zêde kir û hetanî îro anî.
Em kar dikin şêwazeke ku him piştgiriyê bide şerê me, him jî bide pêşketina wê ya rasteqîn bi dest bixin. Hewceye sererastkirina vê têkîliyê teqez xizmeta şer bike û wê bi hêz bike. Pêwîste ev şer bi qasî ji bo hemû pêşketinên civakî di heman demê de piştgiriyê bide pêşketina di malbatê de yan jî çareserkirina pirsgirêkên di vir de û ew têkîliyên di navbera zayendan de ku xitimîne, ji bo ku bikeve riya pêşketineke rast xizmetê bike. Sedema gotina me ya riya pêşketina têkîliyeke bitenduristî ji şerkirinê derbas dibe, ji ber ku şer derfetên piştgirîdayîna ku hun asta têkîliyan bi tenduristî pêş bixin ava dike.
Nakokî ev qasî berfireh in ku di vê mijarê de kevneşopiyên pergala klanê û pîvanên hemdem di nava hev de ne. Jiyîna vê di nêvenga dagirkeriyeke serdest a herî sosret û herî bilêyîstok mijara gotinê ye. Di rastî de rewşên ku hun dijîn zehmet in an jî neçare zehmet be. Hîn di heftsaliyê de têkîliya di navbera zayendan de hatiye fetisandin. Feodalîzma giran bandora kevneşopiyê ya giran û piştre jî di deriyên dagirkeriyê de xwe bi hezar caran firotinê ve neçariya berdewamkirina têkîliyeke ji cewher dûrxistinê ragihandin û televîzyonên emperyalîst û faşîst bandorên giran ên ajoyî bi rastî jî mirovan difetisîne. Weke ku min rizgarbûna ji vê di pratîka xwe de dahurandiye çîroka vê jî bi dirêjî vegot. Ev hemû ji bo hindek şopên çareseriyê bikaribim nîşan bidime. Di rastî de ji bo zelalkirina vê pirsgirêkê sî sal pêwîst bû. Ji bo di vê astê danîna holê ya vê pirsgirêkê jî ji heft saliyê hetanî niha hewldanên min hene. Me weke zincîran bi girêdayî hev hetanî vir anî. Çîrok ev qasî dirêj e ku bi tenê bi sedan cild pirtûkan ve pêvajoyên ku hatine jiyîn nikarin derbixin rastê. Lê belê me di zimanê polîtîk de vegotina polîtîk bi pêş xist û me xwest bi formûlên gelekî balkêş ve van nîşan bidin. Em hizirîn ancax wiha dikarin hindek tiştan xelas bikin. Mînak ew şêwazê têkîliya ku hun hîn di temenên biçuk de dikevinê hîn dehsalî we bi nîvenîv an jî bi hemû aliyan ve tune dike. Him têkîliya kevneşop we tune dike, him jî dema ku hun derfetê nedin wê jî di çerxên dagirkeriyê de asê bimînin têkîlî tune dibe. Êrîşa ragihandin û çapemeniyê ya bîrdozî û di bin bandora giran a ajoyan de hûn difetisin. Encam jî ew tengasiyên ku hûn dema pêkanînê de dijîn e. Pirsgirêk ev qasî bingehîn e.
Başiya herî mezin a ku em ji we re bikin diyarkirina rastiyan e. Ji hemû rewşên ku hun dijîn re çareserî peydakirin ne gengaz e. Lê belê ger em rastiyan nîşanî we bidin dibe ku hindek ji we yên bi biryar dikarin ber bi çareseriyê ve biçin. Hindek aliyên girîng ên him di vê mijarê de lêgerînên min him jî tiştê ku hewce ye ez derbixim holê hene. Me ew pêçeka li ser têkîliyan perçe kir, aliyê têkîliyan ên berjewendiyê û kirêt me derxiste holê. Me aliyê wê yê hetanî dawiyê paşverû û ku difetisîne heta aliyê wê yê bi siyasî û şerê leşkerî ve pêwendîdar e derxiste holê. Ev girîng in û hewldanên zelalkirina pirsgirêkê ye. Bêyî ku ev pirsgirêk were çareserkirin, ber bi şoreşê ve çûyîn û bi şoreşê re pêşveçûn ne gengaz e. Bi navê şoreşê gelek tişt werin kirin jî dibe ku gelek tişt werin wendakirin û dibe ku bi rengekî gelekî lewaz meş çêbibe. Lê belê ew jî di cihekî de wê bişkê û were wendakirin.
Em di dîrokê de dizanin zayendîtî gelekî xwezayî ye. Lê belê ev yek tu tiştekî rave nake. Di nava qebîleyên Efrîqî de hîn jî jiyaneke zayendî ya gelekî xwezayî heye. Ya xwezayî şêwazên jiyanê yên di mercên me de bi rêpîvanan ve nehatiye girêdan ber bi têkîliyeke kirîn, firotin û berjewendiyê ve neçûye. Neketiye nava koletiyê û ev taybetmendiyên vê jiyanê ne. Em baş dizanin ku bi destpêkirina şaristanî û taybetbûnê ezeziyet û li ser vê bingehê malbatgerî bi pêş ketiye. Têkîliyên malbatgeriyê yên destpêkê bi gelek seriyan e, yan jî gelek hevjînî ye her diçe ji dayiksalariyê ber bi baviksalariyê diçe piştre heta hevjîniyekê tê dibe ku di bin wê de jî bi gelek pirsgirêkên din ve tê meşandin, hûn dizanin. Li ser têkîliya di navbera zayendan de gelek tişt tên nivîsandin, di vir de ya girîng ji hemû aliyan ve dîtina pirsgirêkê bêguman di bin navê xwezayiyê de her tiştekî ku tê hizirê mirovan nekirin û radestnebûna ajoyan e. Ev pêwîstiya destpêkê ya vî karî ye.
Ev yek îro derdikeve rastê. Ger zayendîtî nekeve bin kontrolê dibe ku mirovahî tune bibe. Nexweşiya AİDS bi pêş dikeve. Ev nexweşiyeke bi zayendîtiyê ve pêwendîdar e. Ger pêşî lê neyê girtin wê mirin zêde bibin. Ger pêşî li teqandina nifûsê neyê girtin mirov di cihanê de bi cih nabin û dê jiyan raweste. Ji ber ku mirovahî nikare pêşî li encamên zayendîtiyê bigre û dê xwe tune bike. Lê belê ji aliyekî din ve jî ger zayendîtî nebe diyare ku jiyan nayê berdewamkirin. Ger taybetmendiyeke jiyanê ya jêneger neyê kontrolkirin, ger di pêşketina civakî de bi rêpîvanekê ve neyê girêdan an jî di vê wateyê de di asteke herî nêzîkî baş de neyê berdewamkirin, ji bo vê ne şoreş ne jî dîroka mirovahiyê têr dike. Dibe ku mirovahî di bin vê nakokiyê de bifetise. Jixwe hê ji niha ve pirsgirêk li ser vê bingehê tê bidestgirtin. Çavkaniya pirsgirêka derûdor jî ev e. Dibe ku sedemeke ku şer hîn dijwartir bi pêş dikevin jî ev be. Ev ji ber xwe ve dernakevine holê. Ev rewşên ku pêşketinên civakî û mirovahiyê derxistine holê ye. Ev teqandina nifûs a di salên dawiyê de çêbûye û texrîbata derûdor ku ji vê bingehê xwe digre û nexweşî di rastiyê de bi pêşketina civakî ve girêdayî ye. Li hindek cihan pêşketineke tevlîhev heye û mirovahî ji ber sedema vê pêşketina tevlîhev xwe tîne rewşekê ku bi zanistî û teknîkê ve tune bike. Dibe ku şoreşa pêşerojê bibe şoreşa pêşîgirtina vî tiştî. Dibe ku bibe şoreşa pêşîgirtina zanistî, teknîk û teqandina nifûsê. Hîn ji niha ve şoreşa paqijkirina derûdor her ku diçe dibe armanceke sereke.
Pirsgirêk bi rengekî çors ve danîna holê jî têr nake. Pêwendiya pirsgirêkê bi kapîtalîzm û bi destpêkirina emperyalîzmê ve ji nêz ve heye. Pêwendiya xwe bi anîna hêza çareseriyê ya sosyalîzmê ji bo pirsgirêkan û bi pêwîstiya bîrdoziyeke şoreşa nû jî heye. Bêguman di vê mijarê de lêgerîn hene û dê hîn jî bi pêş bikeve. Civaka mirovan di asteke mezin de encameke çalakiya mirovan e. Dê li ser civakê nîqaş bi pêş bikevin. Jixwe sosyalîzm nîqaşa herî berfireh a li ser civakê ye. Anîna wê ya asteke herî nêzîkî zanistiyê ye. Bîrdoziya sosyalîst, felsefeya sosyalîst heta zanistiya sosyalîst di derbarê têgihiştina rastiya civakê de ye. Bi qasî ku nîqaşên mirov ji lawiran heta li hemberî bandorên xwezayê parastinê ew girêdayîna bi jênegeriya bandorên xwezayî ye. Bi kurtayî dê zanistiyên mirovî hîna jî bi pêş bikevin. Ol û felsefe wê careke din di pêş çavan re werin derbaskirin. Bi qasî ku pêwîst e dê were girtin û yê ne pêwîst jî dê were avêtin. Heta li gel nêzîkbûnên nû yên olî û felsefî ji bo pêşxistina zanistî jî wê xebat werin kirin û li gel van hemû tiştan ji bo pirsgirêkên giran ku xwe ferz dikin dê çareseriyek were qezenckirin.
Sedema diyarkirina me van nêzîkbûnên giştî ji ber ku hun pirsgirêkan gelekî bi takekesî digrin dest, ji bo ku em diyar bikin bi tu şêweyan em nikarin erzan nêzikî pirsgirêkan bibin, çareseriyên gelekî stewr û di hundir de hatiye girtin ne gengaz e û ev qasî giştî pêwendîdar dike. Gelo ji bo çi zayendîtî ji bo mirovên destpêkê xwezayî bû, îro ji bo me bûye pirsgirêkeke mezin? Ji bo ku em li ser sedemên vê we hindekî bidin hizirandin van diyar dikin. Ger ajoyeke gelekî xwezayî bi venêrînekê zanistî û civakî ve neyê serûberkirin nîşandana ku mirovahî bikeve rewşekê nayê jiyîn û girêdana bi vê ve danîna rastê girîng e. Ev hemû mirovan dibe pêşxistina dewlemendiya ferasetê. Bi rûniştandina çarçoveya giştî ve pêwîstiya nêzîkbûnê datîne holê.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 1207
Rêber Apo
Pir eşkere li holêye ku her kêlîkê nêzîkatiyên min çawa bilind dibin.
Min xwe da destpêkirin, min raber kir û didome.
Çiqas bêçare, çiqas bêkes, çiqas bêderfetî, çiqas serê xwe li rast û çepê didim, çiqas li erdê û asîman dimêyzînim, çiqas li guran-çûkan, maran-mişkan temaşe dikim, çiqas li hewayê, avê hemû tiştên li xwezayê peyda ne, çi tiştên li civakê peyda ne temaşe dikim û dixwazim çareseriyekê peyda bikim.
Rêz ev e.
Fetihkirina jiyanê, fetihkirina şer, fetihkirina mirov û çi pêwîst dike bi wî re xwe fetihkirin.
We dît, ez çi ji xwe dikim?
Niha tirsa artêşa dijmin mezin e. Me çawa rê li ber wêrekiya nava me vekir? Bi hêzê me ev yek kir. Me ev yek bi kar kir.
Yên qehr dibin bila qehr bin, ên dijîn bila bijîn.
Em naxwazin bila tu kes wisa bi hêsanî wenda bike. Berovajiyê vê yekê em ji dijmin re jî dibêjin. Qet nebe dijmingeriya xwe li gor zagonên şer bike, evqas pêwîstî bi dînbûna şerê taybet nîne. Wî hemû dînokiyên mezin ên şer kirin, hemû zagonên babistinî yên dîroka şer bin pêkirin. Navê şerekî weke şerekî pir qirêj di dîrokê de nivîsandin. Bêguman em jî neçar man ku em aliyê şer ê pîroz kûr bikin.
Ev şerê ku em dimeşînin pîroz e. Belkî jî yek ji şerên herî pîroz e. Ev jî bû malê dîrokê.
Lewra em aştîgerên pir xwezayî ne. Em jîyanê bi aştiyê pênase dikin. Jiyan aştî ye. Ez bawerim ku em îfadeya herî bijarte ya vê yekê ne. Misogere ku ez vê yekê temsîl dikim. Lê were li vê sosretê temaşe bike ku li ser aştiya jînê wisa bi şerê taybet azîneyên gemarî hatine bikaranîn ku, yekî weke min newêrekê zorê jî neçar dimîne serî li zorê bide.
Hîna gundiyên me dibêjin. "mirovekî wisa ye ku moriyekê naêşîne." Rast e. Ne tenê moriyekê, ez ditirsim parçeyeke giha jî bişkînim. Lê kîjan demê min dît ku pêşiya jînê bi tevahî hate girtin, pêşiya daxwaziyan hate astengkirin û pêşiya berzbûnê hate birîn, wê demê min xwast ez gelekî biaxivim û gelekî nîqaş bikim. Min dît ev yek jî wisa hêsan nîne. Ji zû ve pêşiya vê yekê jî hatiye girtin û min dît ku hêzeke zorê li ser tê pêkanîn. Dîsa rexmî ku ez qet ne amadebûm, rexmî ku ez bi qandî kesên din wêrek û fedakâr nebûm, ez eşkere diyar dikim ku min ev yek dît.
Divê şêwaza min a jiyanê baş were berhevkirin. Ev yek tê wê wateyê ku, bi jiyan û aştiyeke mezin ve kesê xwedî îdia, israr, bêxiyanetiya ji jînê re, bi şêwaza fermana pergalê nepêşwazî kirina jiyanê, berxwedana li hember pergalê, dîsa serî netewandina li hember koledariyê ve û kesê dixwaze jînê bi aştî û azadiyê ve bimeşîne, misoger divê vê hunerê bidomîne.
Ez pêwîstiya mayina tendurist tînim ser ziman. Ji kesên xwedî birîn re dibêjim ku divê mirov şanaz bimîne. Ji kesên xwedî şanaziyên gemarî re, yên di bin lingan de hatine perçiqandin re dibêjim. Ne girîng e ku ev yek ji rêveberên şerê taybet re derbeye yan na. Ev şêwaza min e. Ez ev im. Bi ihtimaleke mezin jî ezê wisa bi encam bibim.
Tu niyeteke me ya wisa jî nîne ku ez nûçeyeke xerîb weke ewleyiya serkeftinê û misogeriya serkeftina gel bidim. Di vê mijarê de jî şêwaza min şêwaza serkeftinê ye. Divê ne kes ji bo nepêkhatina xeyalên min, min rexne bike û ne jî divê tu kes nirxandinên li ser paşvemayîna serkeftinê bike. Ji bo serkeftin destpêk û dawî ye. Tenê her kêlîkê serkeftin li ser hev dicive, di hindek serdeman de weke pêngavekê derdikeve. Her rojeke min, her keliyêk min xelekeke serkeftinê ye. Di min de şikestina xelekan nîne. Tu rojekê bi paş ve namîne. Ev şêwaza xwe rêxistinkirina kesekî ye. Ger ev îro hêviyê diafrîne, ger misoger vegeriyaye hêviya serkeftinê, ew mafê gel e. Ez xwe têkilî vê nakim. Ez xeyalên hêviyê yên taybet belav nakim. Ji tu kesî re jî derveyî şêwaza xwe hêviya serkeftinê pêş nabînim. Heta wisa xwe dayîna baweriyên serkeftinê zêde guncaw nabînim. Rastiya serkeftina min ev e.
Jiyana min e, şêwaza min e, tempoya min e, uslubê min e û di her cihî de derbasdar e.
Mezinahiya min di ku derê de ye?
Ev çil sal in li dûv çareseriya nakokiyanim û hindekî jî çareser dikim. Min dijminê esas tespît kiriye. Bêguman, ji bo naskirina dijmin peyv tunebû. Îro bi zanistiyeke qandî deryayê me gihandiye rewşeke bênefes. Kemalîzm bênefes hate hiştin. Hemû îdeolojiyên paşverû bênefes hatine hiştin. Heta bêpolîtîka hatine hiştin. Min çima kir. Min xwe ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve daye û min kir. Emê artêşa wan jî bênefes bihêlin.
Erê bi tena serê xwe min hemû pêvajo hildan ser milên xwe. Min hetanî vê derê anî. Îro ew zilamê ku bi evqas derfet jî nikaribe xwe bi pêş bixe mafê wî ji tu tiştî re nîne. Û ez jî wî nasnakim. Ez ev im. Ez xwe li dij dijmin wisa amade dikim û wisa didim şerkirin.
Her çawa be jî mirov dikare xwe biafrîne û her dem pêşveçûnên mezin avabike. Ger mirov wisa jî temaşe neke nabe. Rexmî ku xwedî gelekî pirsgirêk e, rexmî ku me pirsgirêkên herî bingeh xistine rojevê li ser van neponijîn, xwediyên pirsgirêkan dixe rewşeke xirab û qonaxeke hesab dayînê. Bi salan e ji bo di ev karê dayîna hesab de ez gelekî hesas nêz bûm. Jixwe di Kurdistanê de cara yekem em rêxistineke bi vî awayî pêk tînin. Ji bo neketina kêmaniyan bi qandî sebreke mezin, em zirav dihunin û şidyayî didurin. Ji ber ku ez kêm zêde dizanim ku ka ez bi kelûpeleke çawa re rû bi rû me. Di vê mijarê de divê mirov zêde dilpak nebe.
Gelo ma hun vê yekê çawa fêm dikin?
Ji bo xwe, erê bi rastî jî ne bi gotinan, di pêkanînê de jî ez li ser tu sudeke wisa nahizirim. Lê ji bo serkeftina nirxên bingehîn, ez şervanekî gelekî dijwar im. Ez pir vekirî bibêjim, li derûdora min nirx dicivin. Lê baldar bin, ez dibêjim ku divê ev tenê weke nirxên azadiyê, rizgariyê, netewiyê û yên hevpar werin fêmkirin. Tu mafê min li ser min jî nîne.
Carna ez ji xwe re dibêjim "ey Apo", tu mirovek î. Her çibe jî roja me weke pêwistiyeke mafê mirovan xwedî wate ye. Vaye weke pêwîstiyeke mafê mirovan wisa bi tenduristî, wisa tu jî bibe xwedî jiyaneke taybet a tê pejirîn. Ez bi xwe ji mafên herî bingeh ên mirovan bêpar im. Mafê min ê gerê nîne, rast û dirûst mafê min ê ku ez pêwistiyên xwe yên kesî pêk bînim nîne. Çima? ji ber ku divê xebateke leşkerî be. Niha ez ji xwe re zêde derfeta karê taybet nadim. Ez neçarim li hember xwe jî pir sotîner bim. Ji ber ku ger bibêjim mafê takekesî; dê mafê giştî û mafê gel zerarê bibîne. Dê şer zerarê bibîne.
Eşkere ye, maf ne, ez dibêjim peywir heye û peywireke esas e. Naxwe ger ez jî bixwazim xewkirineke rihet bikim, hindekî bêhna xwe berdim. Niha derfetên min ji hemû kesên Kurdistanê zêdetir in. Ger bala we li ser be kesekî herî azad tevbigere hebe ew jî ez im. Lê rexmî vê yekê rewşa min ev e. Çima?
Ji bo ku tu di şerî heyî de têk neçî divê tu wisa tevbigerî.
Di temenê herî ciwan de min xwe wenda nekir,
Ji bo her kesî ez gelekî dihizirim.
Bi demjimêran li rûyên wan dinihêrim, bêyî ku eciz bibim diaxivim, vêdibêjim. Bêguman ez zindî dikim, hilrakirina hişmendiyê ye. Hilrakirina dil e.
Vaye bezên min ên di zaroktiyê de hene, wisa bi peroşmendî. Di pêvajoyên dawiyê de jî bezîn, dîtin, ji nû ve lêgerîn, ji nû ve armanc diyar bike û her roj bibeze. Misoger dubarekirin jî nîne, têrbûn jî nîne. Ka ji mîtroyekê ve dest pê dikin, santîm bi santîm bilind dikin. Rekor li ser rekorê ye. Li gor xwe ez bend hîna bilind dikim, hilbiavêje ha hilbiavêje, bi peroşmeniyeke mezin.
Bêguman cihana şoreşger wisa ye.
Pir balkêş e! Esas ezê ji vê re bibêjim tolhildan, ev paşnav çima li me kirin? Sosret dimînim. Ev taybetmendî çawa di me de hebû? Û misoger gotine û bi me ve kirine. Ji ew fermanberê nifusê re ku ev yek dîtiye bijî! Erê rewşeke tolgeriyê ya hewlnak heye. Di 1920'an de çawa tespîtkirin ku ezê ji van tiştên pêkhatî hemûyan tolê bigrim? Di pirtûka Îsmet Îmset de tiştekî balkêş tê gotin: fermanberekî nifusê hatiye. Qaşo kalikê min Şêx Sêîd bi dar ve kirine. Bêguman ne kalikê min e, lê wisa dinivîse. Wê demê gotine em paşnavê wan bikin tolhildan. Balkêş, tolhildan? Kemalîstan bi xwe ev lê kirine. Nakokiyeke balkêş e.
Eşkerekirina dijmin gaveke girîng e. Ew xayinên kevin in, xafilên kevin in. Ev dijmin, dijminê hezarê salan e. Di kavilê berxan de xwe mîna guran raber dike. Ji lawiran xirabtir e, lê bi pîvanên hemdem mirovan dibîne. Destpêkê me eşkere kir, karê eşkerekirinê dibe ku hindekî din were berfirehkirin. Lê ji bo kesên ku dixwazin şer bikin ev yek bes e. Bêguman ev yek têr nake. Yek jî divê ya hatiye eşkerekirin were dîtin.
Tê zanîn ku, bi şidandina kulmên di tariyê de dijmin nayê lêdan.
Min ev dijmin çawa anî vê rewşê? Divê misoger were zanîn. Bi şêwaza min a razana di kozikê de ve girêdayî ye. Di şêwaza meşê de bi bênefesmayîna min re têkîldar e. Divê were zanîn û lêgerînkirin ku ka çawa ez li Rojhilatanavîn jiyame. Divê hemû pêwendiyên min werin hînbûn, bi taybetî pêwendiyên bingehîn. Ya bingeh, pêwendiyeke çiya ya pir pêwîst, têkîliyeke dostaneyî, têkîliyeke çekê, divê ev bi tevahî werin girtin û berfireh werin nirxandin.
Mirov dikare encamên mezin derbixe.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 1168
‘‘Divê em xebatên zimanê Kurdî bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî vebikin.’’
Bêguman pirsgirêka ziman, pirsgirêkeke giran a nîqaşê ye. Kesên ku dibêjin, “divê wêje bi tevahî bi zimanê Kurdî be” hene; yek jî kesên ku dibêjin, “girîng nîne, bi her zimanî dibe” hene. Ya min hindekî riya navîn esas digre. Li gor min dê wêjeya Kurdî demeke dirêj bi zimanê serdestan ve were meşandin. Bi qandî ku rizgarî pêk were, dê hêdî hêdî zimanê Kurdî bikeve dewrê û çalak pêk were. Em çi qas vê yekê nexwazin jî, êdî ev yek rasteqîneke pêkhatina avedaniya mêtîngeriya heyî ye. Ev rasteqîneke objektîf e. Ger em bixwazin jî, em nikarin bi tu awayên din tevbigerin. Hînî nivîsandina bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî bûne. Weke din tu mijarên wan nînin. Lê ne pêkane ku mirov hema li ser wan “nivîsandina Kurdî” bisepîne. Ji ber ku di asta karîna nivîsandinê de nînin. Lewra, zimanê Kurdî jî hîna negihiştiye zimanê wejêyeke bihêz.
Ez eşkere bibêjim: nivîskarekî herî jîr ê di zimanê Kurdî de şareza, çi qas li xwe bide zorê jî, çi qas bikaribe binivisîne jî, nikare zêde xwendewanan peyda bike. Ji ber ku zimanê Kurdî bi xwe tevkujiyekê dijî. Zimanê Kurdî bi xwe negihandine zimanê wêjeyeke bihêz, zemîneke wî ya netewî nehatiye pêşxistin, nehatiye pejirandin. Ji sedî pêncî zêdetir bi zimanê netewa serdest diaxivin. Ev rasteqîniyek e. Kurdî bi xwe hîna negihiştiye rewşa zimanekî netewî, ev jî rasteqînek e. Ger em bi lehceya kurmancî binivisînin, ên soran û zaza tênagihên, ger em bi soranî binivisînin, ên kurmanc tê nagihên. Lewra divê mirov li ser zimanê netewî biponije. Avakirina zimanê netewî jî xebateke pêvajoyê ye.
Mînak, zimanê Tirkî jî di nava tevahiya dîroka komarê de encax nû digihê asta zimanekî wêjeyî. Zimanê Tirkekî Anatoliyî, yekî Tirkmen û Ozbek qet tênagihên. Belkî Zazayek dikare di Soranî de nêzbûnekê peyda bike, lê di wan de ev yek jî nîne. Bi wê wateyêye ku di nava netewên din de jî heman pirsgirêk mijara gotinê ye. Di Farsan de, di Ereban de ev pirsgirêk heye. Bi qandî ku Erebekî ji Suriyê nikaribe ji Erebekî Fasî fêm bike, pir cewaz diaxive. Divê mirov vê yekê pir sosret pêşwazî neke. Di me de mêtîngeriyê ev yek xirabtir kiriye. Ez ji xebatên zimanê netewî re dibêjim erê, divê di zanîngehan de ev beş werin vekirin.
Bêguman divê di televîzyonan de bi giranî li ser vê mijarê were rawestîn. Dîsa divê mirov hêdî hêdî di dibistanên seretayî de derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bibe. Lê wexta ku ev yek pêk neyê jî divê em xwe perîşan raber nekin. Dîroka me wisa bû. Îro Hindistan jî, pir zêde nikare bi zimanê Hindî biaxive, zêdetirî wan bi Îngîlizî xeber didin. Cezayirî herî zêde karê xwe bi zimanê Fransî pêk tînin. Belkî em jî demeke dirêj bi zimanê Tirkî xebatên xwe bimeşînin. Lê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanekî netewî û ji bo ku em bikaribin ji zarokan hetanî mezinan di nava herkesî de bidin rûniştin, bikin zimanê rojane, emê bi sebr û rik xebatên xwe bidomînin. Lewra divê mirov di vê çarçoveyê de nêzî pirsgirêka ziman a demê bibe.
Ger pêkan be, divê mirov hêdî hêdî bi zimanê Kurdî berheman biafrîne. Ya mijara gotinê, ne tenê karên nivîskariyê ye. Mesela mirov dikare bi zimanekî Kurdî yê pak û zelal filmên sînema û rêze filman bikişîne, amade bike, dîsa belgewar dikarin werin amadekirin. Lê ji bo zimanê netewî û wêjeya netewî hîna gelek kar li pêşiya me hene. Ji ber ku ev yek wisa pêk nayê jî, divê em bi xwe, xwe vê pirsgirêkê pir mezin nekin û nekevin nava nîqaşên pir çors û sexte. Divê nîqaş di vê çarçoveyê de bin.
Divê xebatên zimanê netewî çawa çêbibin? Ger di vê mijarê de Kurdên şareza hebin, bila hetanî dawiyê pê re mijul bibin. Divê em bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî vebikin, pêwîste nîqaş bi van aliyan de bin. Lê divê em nekevin nîqaşên seranser ên weke ka emê bi Tirkî binivisînin an jî bi Kurdî. Li hember hev pêşxistina hindek tawanbariyan jî ez xeter dibînim û ev nêzîkatî ne di cih de ne. Niha ez bi zimanê Tirkî bi navê Kurdan çalakiya herî mezin didim meşandin. Vê çalakiyê zimanê Kurdî jî bihêztir kir, giyana Kurdî jî gelekî mezintir kir. Ji bo gelekî bikaranîna zimanekî din, bi qandî qonaxeke girîng ber bi şoreşê ve jî biriye. Ez dikarim gelek mînakan jî bidim.
Lewra pêşnexistina nîqaşên rûser pir girîng e. Em dikarin Tirkî jî weke çekekê li dij şêwaza tunekirînêr a dijmin bi kar bînin. Perwerdeyên ku îro em bi Tirkî dikin, pir erjeng milîtanên me didin şerkirin. Lê ev yek têr nake, bedewî û xwezatiya Kurdiya me jî heye. Ez bawerim ku, dê di dema pêş de bibe ziman û wêjeyeke xurt a Rojhilatanavîn. Wêjeya bi zimanê Kurdî, dîsa xwendina helbest û stranan a bi zimanê Kurdî gelekî rewnaq e, peroş e û xweş e. Esas hewceyî bi demê û hewlên mezin heye.
Mişextiya sê mîlyon Kurdan, ma ne nîjadkujiye, lê çi ye? Bi dehan mîratên dîrokî yên ku di bin bendavan de mane, çanda me ne, lê di bin avê de tên hiştin. Ev meseleya bendavan jî pêkanîneke bi zanebûn a tevkujiya çandê ye. Tevkujiya çandî ji ya fîzîkî xirabtir e. Mînak, Cihû bi ber tevkujiya fîzîkî ketin, lê ji ber ku aliyên xwe yên entelektuelî bihêz girtin, ji ber ku di vî alî de gelekî xebitîn, karîbûn çanda xwe biparêzin. Dîsa di herêmê de hebûneke zêde ya leşkerî mijara gotinê ye, ev yek jî şêwazeke dagirkeriya leşkerî ye. Îro statuya Kurdên li Tirkiyê ev e. Ev statuya ku ji Kurdan re rewa tê dîtin, ne di nava feraseta olî de xwedî cih e, ne jî di rastiya biratiyê de hiltê.
Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Ez hindekî jî ji ber vê rastiyê li dij malbatê û têkîliyên heyî yên jin-zilam im. Ez nefretê ji vê şêwaza têkîliyê dikim.
Ji aliyê min ve feraseta sosyalîzma reel û dewleta netew hatiye têperîn. Ez li şûna vê pêşniyara netewa demokratîk dikim. Di ferasetê de her kes dikare bi nasnameya xwe ve azad bijî. Jinûve zayîn û parastina van çandan zirarê nayne. Ji ber ku çand û nasname nikarin werin tunekirin. Rojava vê yekê fêm kiriye. Bi vê boneyê li Rojava girîngiya ji kêmnîjadan re tê dayîn, esas ji ber têgihiştina şaşiya bi îdeolojiya dewleta netew ve tunekirin û çewisandina çand û nasnameyan e. Ji ber vê yekê ev çand ji nû ve zindî dibin. Mesela îro tê xwestin ku li Îngîlistanê çanda Keltan ji nû ve zindî bikin. Ev tiştekî baş e. Divê li Tirkiyê jî Laz Laziya xwe, Kurd Kurdiya xwe, Gurcî Gurcîtiya xwe, Tirk Tirkiya xwe û hwd. her kes bikaribe bi azadî çanda xwe bijî. Ev çand dewlemendî ne. Lê divê hemû xwedî girêdayîneke hevpar bin. Ne şerte ku mirov ji vê re bibêje nasnameya jor, mirov dikare bibêje nasnameya giştî jî. Ev yek jî dikare bi feraseta neteweke demokratîk, bi makezagoneke demokratîk û pergaleke hiquqî ya pirçandî ve pêkan be. Ya em jî dixwazim ev e. Divê ev yek pir baş were fêmkirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 897
Rêber APO Divê mirov jinê wek cins, nifş û çîneke ku ji mêj ve hatiye dîlkirin bigire dest û hindik be jî di warê sosyolîk de analîz bike. Ji lewra bi kurtî be jî divê em kurtedîroka koletiya jinê bihûnin û li ser rawestin. Naxwe em ê nikaribin baş li malbat û mêr yanî ji aliyekî din ve li dewlet û civakê serwext bibin. Ji ber ku me di beşê berê de hewl dabû jinê tarîf bikin, ez ê dubare nekim. Lê dîsa jî em ji bîr nekin ku di hin nirxandinan de jin di nava civakê de ji aliyê biyolojîk ve wek cinseke kêm û bi qusûr tê dîtin, ev bi temamî îdeolojîk e,-hûnandineke fikrî ya mêrê serwer e- divê ev nirxandin ji nedîtî ve neyê. Ji ber ku bi awayekî ilmî jî îspat bûye ku jin wek hebûneke biyolojîk û civakî hînê bi qabîliyet e. Navenda çanda malbat-dayikê Rojhilata Navîn e. Li gorî agahiyên ilmî yên di dest de hene, ev çand B.Z. ji salên 15000’an pêve diberide û pêş dikeve. Li qûntarên hundur ên rêzeçiyayên Toros-Zagros hebûna heywan û nebatan, ji bo kedîkirin û malbatê derfet û îmkan didin. Ax û bahewaya herêmê, celebên tene û hubûbat, heywanên mîna pez û bizinan di vê pêvajoyê de rol dilîzin. Di jiyaneke bi cihbûyî de jin hînê bi hêsayî dikare zarokan bîne û mezin bike. Tevî jiyaneke bi cihbûyî, rewşeke baş a bahewayê, nebat û heywan, derfetên bingehîn ên jiyaneke malbatî diafirînin. Gelek darên mêwan û celebên nebatan ji bo xwarinê hene. Kedîkirina pezkoviyan û bizinê, bi xwe re hewcebûna bi hirî, şîr û goşt tedarik dike. Dar û nebatên bi ber têne danîn û ev yek hatinê qat bi qat zêde û dewlemend dike. Êdî heywan yekser nayên kuştin û serjêkirin, têne kedîkirin û xwedîkirin. Bi vî awayî ji şîr, hirî û goştê wan sûd tê wergirtin û bîra rojên tunebûn û xelayê tê kirin. Ji bo jin-dayik bi zarokên li dora xwe nîzameke malbatê deyne, di her du mijaran de jî xwedî tecrûbe ye. Derketina ji şikeftê, kedîkirina heywanan, danîna dar, pel û pincaran, avakirina xaniyan, dibe ku tiştekî sivik xuya bike, lê di dîrokê de bi qasî derketina mirov a heyvê gavavêtineke girîng û mezin e. Holikên têne danîn bi hêsayî gundan pêk tînin. Li gelek herêmên Kurdistana îro -li Amed Erxeniyê li Çayonu, li Batmanê li Çemê Xalan, li Ûrfayê li Newala Çolê û li Gobeklîtepe, Bradostiyan, Hekkarî Max- B.Z. di salên 11000 de pir bi xurtî bermahiyên vê çandê tên dîtin. Li tu devera dinyayê mîna vê çandê kevn a bi cihbûyî nayê dîtin. Li vê derê gelek fîgur û peykerên piçûk ên jinê hatine peydakirin. Ev yek jî xurtbûna çanda malbat-dayikê îfade dike. Her wisa mirov dikare di zimanên herêmî de daçekên mê jî mînak nîşan bide. Di roja me ya îro de jî jin hînê di heman waran de hosta ye û ev yek mijarê piştrast dike. Çavkaniyên Sumeran jî nîşan didin ku wexta yekemîn sîte bajêr tên avakirin jî ev çand bi tesîr e û hebûna xwe bi xurtî dewam dike. Mîtolojiya li dora xwedawend Înanna -xwedawenda Ûrûkê- hatiye hûnandin gelek tiştan hîn dike. Nemaze li dijî hilkişîna mêr a serweriyê, berxwedana jinê, hezar qat li têkoşîna femînîstên îro ye. Jin bi xurtî li dijî xweda Enkî -di Sumeran de fîgurê mêr ê pederşahiyê temsîl dike - diqîre ku jin xwediyê çi şaristaniyê ye. Bi zimanekî helbestwarî destnîşan dike ku ew xwediyê 104 “me”yan e; Enkî bi hîleyan jê dizîne û divê wan paş ve bidiyê. Ev vegotina mîtolojîk ku diçe BZ 3000 salan, rola jinê ya di şaristaniya Sumeran de pir bi balkêşî nîşan dide. Her wisa Înanna wek kok bi xwedawenda çiyê Nînhûrsagê ve tê girêdan. Nînhûrsag ji aliyê etîmolojîk ve - Nîn=xwedawend, kur=çiya, sag=herêm - tê maneya xwedawenda herêma çiyayî. Li Mezopotamya Jêr dema çiya tê gotin Zagros û rêzeçiyayên pêve tên hişê mirovan. Wê wextê ev nîşan dide ku çanda xwedawendiyê ji herêmên çiyayî daketiye xwarê. B.Z. di navbera salên 4000 û 2000’î de wek navenda şaristaniyê çanda jin-dayikê li Sumeran hînê bi tesîr e. Bi mêr re di heman weznê de ye. Di hemû belgeyên wê demê de ev giranî xwe nîşan dide. Perestgehên xwedawendan zêde hene. Li dora jinê hînê çandeke şermê û fediyê nehatiye deribandin. Nexasma têkiliyên zayendî wek karekî îlahî tê ziman. Ne şerm û fedî, ji çîroka herî erotîktir vegotinên wêjeyî hene. Her çalakî û tevgera di warê van têkiliyan de wek nirxandina jiyanê, mane û qîmeteke bedew dibîne. Kêşeriya jinê wek balkêşî û hurmeteke awarte maneyê dibîne. Di jiyana pişt re ya dij-şoreş de hînê jî bi tu awayî şerm li jinê nayê kirin. Timî pesnê bedena jinê tê dayîn. Merasîmên zewacê her çend hatibin berovajîkirin jî - çalakiya kirêtkirinê ya mêr - ji wê demê mane. Di destanên Memê Alan, Mem û Zîn û Derwêşê Evdî de ku li Kurdistanê hînê têne gotin, ev rewşa xurt a jinê tê îfadekirin. Mirov dikare yekemîn orjînên van destanan bigihîne BZ 4000 salan. Di hûnandina mîtolojîk a Înanna de hem şivan-mêr û hem jî cotkar-mêr wek alîkaran xuya dikin. Şivan Dûmûzî -ev têgîn yekemîn orjîna mezinbûna mêr e- û cotkar Enkûmdî, li hemberî xwedawend Înannayê di warê hurmet û dilsoziyê de li ber hev didin. Ji bo bibin alîkarê wê yê sereke, tu tiştek namîne ku nakin. Pir bi eşkere Înanna hînê pêşengiyê dike. Mêr wek şivan û cotkar ji serweriyê hînê dûr e. Em di destaneke din a navdar a Sumeran de di Destana Babîlan (Ennûma Elîş) de dibînin ku rewş berovajî ye. Mêrê ku bi awayekî awarte hêz bi dest xistiye xweda Mardûk û dayika ji hêzketî Tîamat dualîteyeke dîrokî ne; pir tiştan hîn dikin. Jin-dayik, xwedawend-dayik bi awayekî xeternak tê reşkirin û kirasê şermê lê tê kirin. Ji bo jinê bêfazîlet, bêkêr û xeternak nîşan bidin, qalibên mîtolojîk pir bi dijwarî têne tengavkirin. Em dibînin B.Z. ji salên 2000’an pêve ev çand belav dibe. Di statuya civakî de li dijî jinê guhertineke mezin heye. Serweriya civaka bavikanî êdî di wê hêzê de ye ku dikare xwe bike destanwarî. Her tiştê derbarê mêr de tê mezinkirin û qehremankirin, her tiştê bi jinê ve eleqeder piçûk tê xistin, şerm lê tê kirin û tê bêqîmetkirin. Di dîrokê de bi vî awayî yekem car di warê cinsî de şikestinek dibe ku bandoreke mezin li ser civakê dike. Em ji bo vê guhertina di warê jinê de li Rojhilata Navîn dikarin bibêjin yekemîn şikestina mezin a cinsî ya dij-şoreşê. Em dibêjin li dij şoreşê. Ji ber ku bandoreke erênî ji bo pêşketinê li civakê nake. Berovajî, serweriya hişk û tund a bavikanî li ser civakê ferz dike, jinê li derve dihêle û dike jiyan xizan bimîne. Di şûna civaka cot deng de, rê li ber civaka fer a mêran vekirî ye. Li Rojhilata Navîn bi vê şikestinê re belkî jî di warê serberjêr çûyînê de gava yekemîn tê avêtin. Encamên wê her ku çûne hînê reştir bûne. Êdî civakeke yekalî ya bi çanda mêraniyê pêk tê. Mejiyê jinê yê hisî ku demekê harîqa diafirandin û heta dawiyê însanî û geş bû, wenda dibe û di şûnê de mejiyê analîtîk ê radestî dogmatîzmê bûye; ji xwezayê qut bûye; şer mîna fazîletekê dihesibîne; ji xwînrijandinê zewq digire; her danûstendina kêfî li ser mêrê kole û jinê heq dibîne; cih digire. Ev mejî yan jî celebê ramanê berovajî mejiyê jinê ye. Ji ber ku di navenda mejiyê jinê de xwezaya zindî û hilberandineke însanî heye. Piştî ku di civakê de mejiyê analîtîk ê mêr dibe serwer, di afirandinê de paşketineke cidî tê dîtin. B.Z. di navbera salên 6000 û 4000’an de -serdema jin-dayikê- gelek vedîtin hene, lê B.Z. ji salên 2000’î ve pir hejmareke hindik îcad û vedîtin xuya dikin. Li cem vê yekê, çanda şer-desthilatê têra xwe belav dibe, fetih mîna pîşeyekî mezin -pîşeyê kralan- tê hesibandin û amûrên bingehîn ê dewletan dibe fetih û zevtkirin. Bi kurtî li derve hiştina jinê û hurmet nîşandana ji bo otorîteya mêrê fatîh û şerker bi hev re pêş ketine. Saziya dewletê mîna vedîtineke mêr dibe xwedî mane, şerên bi armanca talan û xenîmetê jî dibin mîna şêwazekî debar û hilberandinê. Di şûna bandora hilberandina jinê ya li ser civakê, bandora xenîmet û şerê mêran li ser civakê de cih digire. Di navbera dîlketina jinê û çanda civaka şerker de têkiliyeke nêz heye. Şer hilnaberîne, desteser dike, talan dike. Her çend rola zorê di hin şertên xweser de - ji bo pêşî vekirina li azadiyê û dijderketina li dagirkerî û mêtingeriyê - ji bo pêşketina civakî diyarker be jî bi piranî rola wê neyînî ye û hilweşînker e. Çanda tundiyê ya daweriviye hinavê civakê jî bi şeran xwe xwedî dike. Di navbera dewletan de şûrê şer, di nava malbatê de destê mêr tîmsala serweriyê ye. Hem civaka jor, hem jî civaka jêr di nav diranên şûr û dest de ne. Timî pesnê çanda tehekumê tê dayîn. Kesayetên herî mezin bi xwînrijandinên neheq serbilind dibin û wek fezîletekê dizanin. Nemaze qralên Babîl û Asûran bi serê mirovan beden avakirin û dîwar lêkirin ji şan û şerefê dihesibînin. Terora dewletê û çanda tundiya civakî ya di roja me ya îro de jî ku pir zêde heye, çavkaniya wê ev çand e, ku em destnîşan dikin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 871
Rêber APO
Di dîroka olên yek xwedayî de duyemîn şikestina mezin a çanda cinsî li dora jinê pêş dikeve. Şikestina di serdema mîtolojîk de vê carê wek qanûn dibe emrê xwedê. Kiryarên derbarê jinê de êdî bi fermanên pîroz ên xwedê ve tên girêdan. Fîgurê têkiliya di navbera Sara, Hacer û Hz. Îbrahîm de nîşan dide ku ola nû serweriya mêr erê dike. Serweriya bavikanî baş bi cih dibe. Cariyetî dibe sazî. Zewaca bi pir jinan re tê erêkirin. Têkiliya hişk a Hz. Mûsa bi xuşka wî Marîam re dide nîşan ku para jinê ya di mîrasê de tê rakirin. Civaka Hz. Mûsa bi tevahî civakeke mêran e. Ji bo jinan tu wezîfe nayê dayîn. Jixwe şerê bi Marîam re jî bi vê sedemê ye. Vegotina “bila jin bi destê xwe yên di hevîr de têkilî karê mêran nebe” ji wê rojê maye.
Di şaristaniya Rojhilata Navîn de li navenda hemû çareseriyên pirsgirêkan pirsa jinê heye. Emê vê carê bûyerên dîrokî dubare nekin û ji bo dema pêş wê slogana me vê carê welê be; sêyemîn şikestina cinsî ya mezin li gorî mêr nebe. Heta di nava civakê de wekheviya cinsiyetê pêk neyê, tu daxwaza wekhevî û azadiyê wate û cih nabîne. Ji bo demokratîkbûyîneke mayînde û berfireh dîsa azadiya jinê hêmana bingehîn e. Ev sîstema jin kiriye mîna mal û mulkekî, neksa wê jî dîsa pirsgirêka jinê ye. Demekê dihat gotin çîna karker, îro divê şûna vê gotinê nifşê jinê cih bigire. Beriya çînayetiyê divê nifşê jinê were çareser kirin ku mirov karibe netewiyet û çînayetiyê jî baş fêm û çareser bike. Eger ji ser jinê his û îradeyên koleker ên mîna zilam, bav, evîndar, bira, dost û hwd. rabin wê azadiyeke rastîn a jinê mimkun bibe. Evîna herî baş mulkiyetbûneke herî xeter e. Eger jin hemû berhemên serweriya mêr afirandine wek raman, ol, zanist û qalibên hunerî hûrûkûr di moxila rexneyan re derbas neke, wê nasnameya jinê dernekeve holê. Beriya her tiştî divê jin bibe ya xwe, êdî nebe mulk. Jina bûye mal û mulk wê nehêle mêrekî baş û bi fazîlet jî çêbe. Bi jinek bi vî rengî re rabûn û rûniştin li pêşiya mêrê azad jî asteng e. Jinek ev çend piçûk hatibe xistin, berovajî maneya xwe mêrekî piçûk ketiye.
B.Z. di dawî û beriya salên 1000’î de em dibînin ku bi Kraliyeta Îbraniyan a Dawûd û Silêman re, êdî çanda haremtiyê berfireh dibe. Jinan ji hev re dikin xelat. Pêvajoyeke nû dest pê dike ku tê de deng û hilma jinê nîn e. Tesarufa li ser jinê tu cudahiya xwe ji ya li ser malekî nîn e. Ev rewşa di dewleta ola nû de xwe di nav malbatê de jî nîşan dide. Jina di bin serweriya çanda dewleta olî û bavikanî de, mimkun nîne behsa rola wê were kirin. Jina herî baş ew e, ya herî zêde bi mêrê xwe û bi serweriya bavikanî re li hev dike. Di reşkirina jinê de ol jî tê bikaranîn. Beriya her tiştî, Ew (Hewa) Adem ji rê derdixîne û dibe sedem ji bihuştê were qewitandin. Ji lewra ew yekemîn jina gunehkar e. Lîlîta serî ji xwedayê Adem re -fîgurê bavikantiyê- natewîne, şeytan esas dibîne -fîgurê mirovê ebdiyetê red dike û serî tewandina (secdekirin) ji bo Adem qebûl nake- û pê re hevaltiyê dike. Reşkirina mîtolojîk mînak tê girtin û bi awayekî olî dewam dike. Di serdema Sumeran de îdîaya jin ji parsûyê mêran hatiye afirandin di Pirtûka Pîroz de jî cih digire. Di nav pêxemberan de ku hejmara wan digihîje hezaran, yek jin tune. Cinsîtiya jinê wek guneh tê nirxandin; timî tê reşkirin; piçûk tê dîtin û bi vî awayî dibe mîna prensîbeke toreyî. Jina di civakên Sumer û Misriyan de xwedî cihekî payeberz bû, êdî objeyeke şermê, guneh û ji rê derxistinê ye.
Em tên serdema Hz. Îsa, fîgura Meryemê derdikeve pêşberî me. Her çend dayika xwedayê kur be jî tu têkiliya wê bi xwedatiyê re nîne. Di şûna xwedawend-dayikê de dayikeke bêdeng û timî çavşil maye. Ketina jinê dewam dike. Xweda -mêrê serwerî jinê- pifî Meryemê dike û Meryem jê ducanî dibe. Ev têgîn têra xwe nakok in. Di xirîstiyaniyê de baweriya sê-alî ya Bav-Kur-Ruhê Pîroz di cewherê xwe de sentezeke olên pir xwedayî û yek xwedayî îfade dike. Di vê serdemê de baweriyên genostîk -xwedêzan- û paganîstîk -pûtperest- bi awayekî zêde belavbûyî, têkiliya xwe bi Xirîstiyaniyê re heye; bi baweriya hişk a yek xwedayî ya Îbraniyan re têkoşîneke dijwar dikin. Di encamê de ev her sê meyl û ekol li hev dikin. Di dema Hz. Mûhammed de jî sê meylên bi vî rengî hene û wek olekî bi encam dibe. Ya herî balkêş, Meryema diviyabû wek xwedawendekê bihata dîtin, mîna amûrekî Ruhê Pîroz xuya dike. Ev rastî pir eşkere nîşan dide ku xwedayetiyê tam rengê mêrtiyê wergirtiye. Di serdema Sumer û Misriyan de xweda û xwedawend hema hema wek hevdu ne. Di serdema Babîlan de jî hînê dengê xwedawenda dayik gur derdikeve.
Ya bi Hz. Îsa û Meryem pêk tê ev e, jin êdî bi çavên şil pîrekeke bêdeng e û dayikeke sernerm e. Ew êdî hîç behsa xwedayetiyê nake. Nexasim li mala xwe li ber zarokên -xwedayên kur- xwe yên kur e, ku êdî qîmetek wan heye. Ji kebanîbûna malê zêdetir tu rola wê di nava civakê de namîne. Qada gelemperiyê bi tevahî li jinê tê girtin. Di Xirîstiyaniyê de mijara ezîzeyan -jinên bakîre- rewşa jinê ya dixwaze xwe ji gunehên mezin xilas bike nîşan dide. Ango xwe vekişandina quncikê ye. Ev pêvajoya sulûk û xwe vekişandina quncikê bi sînor be jî rê li ber pêşketinên erênî vedike. Bi hindikî be jî ezîzetî xilasbûna ji têgînên cinsî û şermê îfade dike. Sedemên wê yên madî û manewî xurt in, ji bo vê sulûkê ji dojeha li malê çêtir bibîne. Guman nîn e ku piratîkeke dîrokî ye. Bi awayekî din mirov dikare bibêje di dîrokê de yekemîn partiya jinên xizan e. Pir bi melûlî be jî çanda xwedawendan a li perestgehan di keşîşxaneyan de geş û zindî dike.
Kiryarên ezîzeyan cihekî wan ê girîng di dîroka şaristaniya Ewrûpayê de heye. Zewaca bi yek jinê re bi giranî çavkaniya xwe piratîka ezîzeyan e. Her çend jin di şertên herî zor û zehmet de, wek keçkaniya xwe jintiya xwe çavkaniya xeterê hesibandibe jî dîsa di payeberzbûna jinê de roleke xwe ya girîng heye. Aliyê neyênî jî ew e ku di şaristaniya Ewrûpayê de wek nerazîbûnek li dij zewaca Katolîk -hîç bernedana jinê- heye ku rê li ber metabûna cinsî ya jinê vedike. Bêguman bi saya kapîtalîzma mezin dibe.
Statuya nû ya jin bi Îslamiyet û Hz. Mihemed bi dest dixe, her çend ji çanda bavikanî ya qebîleyên çolê çêtir be jî di cewherê xwe de çanda Îbraniyan esas wergirtiye. Statuya jinê ya baş şiklê xwe girtî di dema Dawûd û Silêman de çi be, di dema Hz. Mihemed de jî heman tişt e. Dîsa pir zewacên bi armanca siyasî û jiyaneke tê de zêde bi cariye, rewa tê qebûlkirin. Her çend zewac bi çar jinan hatibe bi sînorkirin jî cewher naguhere. Têgihîştina dibêje; “Jin zeviyên we ne, hûn çawa bixwazin hûn dikarin bajon” baş nîşan dide ku jina bûye milk nimûne tê girtin. Têgihîştina Hz. Mihemed li evînê jî balkêş e. Di temenê xwe yê pêncî salî de bi Eyşeya neh salî re evînê dijî û ev eleqeya wî ya zêde ji bo jinê eşkere dike. Timî pesnê jina xwe ya yekemîn Xetîceyê dide û ev jî qîmet dana wî ya jinê nîşan dide. Bi giştî li hemberî jinê bi hestiyarî tevdigere. Lê saziya heremtî û cariyetî ya li pey xwe dihêle ji aliyê tebeqeyên dewletê yên pişt re tên, pir xirab tên bikaranîn.
Hz. Eyşe, ji ber ku piştî wefata Hz. Mihemed tevlî şerê desthilatê yê navbera xelîfeyan dibe wenda dike. Wê qîmeta jinê bi êşeke mezin hîn bibe û bibêje; “Ya Rebî, li şûna ku te ez jin bianiyama dinyayê, te ez wek kevirekî bianiyama çêtir bû.” Hînê di têkiliya Mûsa-Marîam de kişif dibe ku li desthilatê cih ji jinê re nîn e. Li serdema navîn li Rojhilata Navîn a feodal di statuya jinê de tu pêşketineke erênî nîn e. Qalibên dîrokî li ser kar in. Ji têkiliya eşqê ya di navbera Leyla û Mecnûn de tê sembolîzekirin, tu encameke bi xêr dernakeve. Di feodalîzmê de ji eşqê re cih nîn e. Jinê li malbata di bin pêşbaziya dewleta bavikanî de pêvajoyeke pir bê şexsiyet dijî. Bi awayekî mutleq dîla daxwazên xwediyên desthilatê ye. Bi temamî dibe amûreke di xurtkirina desthilatan de rol dilîze. Bi giştî ji civakê tê mucered kirin. Di şert û mercên koçberiyê de hînê jî şopên jiyana komîn a seretayî hene û ev yek hurmetekê dide jinê. Lê jina di bajaran de tam koletiyeke kûr dijî.
Her ku diçe zehmet dibe, ji bo cihê jinê yê di bin tehekum û nîzama mulkiyetê de were tarîfkirin. Di roja me ya îro de jin wek encameke hezarê salan, mîna berateyekê dijî. Ji rê derxistina sîstema kapîtalîzmê hînê baş nehatiye dîtin. Jin li civaka Rojhilata Navîn objeyeke di navenda paşverûtiyê de cih digire. Mêrê Rojhilata Navîn ê têkçûyî hemû heyfa xwe ji jinê hiltîne. Li derve çiqas heqaret lê werin kirin, bi zanebûn an jî xweber berdêla vê yekê hemûyî ji jinê distîne. Mêrê ku nikare civaka xwe biparêze û rêya çareseriyê nabîne, hemû hêrs û tundiya xwe mîna dînekî di nav malê de li ser serê jinê û zarokan ditemirîne. Di bingehê bûyer û kuştinên “namûsê” de ev rastiya balkêş heye. Ya rastî, mêrê namûsa xwe di warê civakî de binpê kiriye, berovajî dizîvire û hêrsa xwe li ser serê jinê ditemirîne. Bi awayekî pir sivik, sembolîk, neçar û xwepêşadaneke namûsparêz doza xwe qaşo çareser dike. Mîna psîkoterapî bike tevdigere.
Di binê pirsgirêkê de dozeke civakî û dîrokî ya wendakirî radizê. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ew e ku ji vî “mirî” re divê were gotin; ew heta bi vê doza dîrokî û civakî re rûbirû nebe û wezîfeyên dikevin ser milê wê bi cih neyne, wê tu car nikaribe xwe ji vê qirêja namûsê xilas bike. Namûsa rastîn bi keçkaniya azayê cinsî yê jinê nîn e, bi parastina keçkaniya civakî û dîrokî dibe. Divê mirov vê rastiyê bide hînkirin û bi cih bîne.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 1179


